Şam
Paytexta Suriyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şam, Dimeşq, yan jî Damaskus (bi erebî: دمشق, lat. Dimeşk bi erebî: الشام, lat. aš-Šām), bajar û paytexta herî kevin a cîhanê ye ku heta niha bênavber bûye cihwarê mirovan.[1] Şam niha paytexta Sûriyê ye.[2] Li bajêr ereb, kurd û asûr bi hev re dijîn.
Şam
| |
---|---|
| |
دمشق | |
Şam li ser nexşeyê | |
Koordînat: 33°31′Bk 36°18′Rh | |
Dewlet | Sûrî, xelîfeyên Raşidûn, Umayyad Caliphate, Aram-Damascus, Nabataeans, Împeratoriya Romê, Împeratoriya Bîzansê, xanedana Ebasiyan, Împeratoriya Selçûqiyan, dewleta Memlûkan, Împeratoriya Osmanî, French Mandate for Syria and the Lebanon |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Îdarî | |
• Şaredar | Bishr Al Sabban |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 105 km2 (41 sq mi) |
Bilindahî | 680 m (2230 ft) |
Nifûs | 2.584.771 (2023) |
Dem | |
Koda telefonê | 011 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Hejmara niştecihên bajêr bi fermî nêzîkî 2,5 milyon kesan e. Bi tevahiya herêmên bi ser bajêr ve zêdetirî 6 milyon kes li herêmê dijîn.
Bajêr li başûrê rojavayê Sûriyê ye û navenda herêmeke mezin a metropolê ye. Bajêr nav qontarên rojhilatê rêzeçiyayên Antî-Libnanê de li ser deştek ku 680 mêtre ji asta deryayê bilindtir e hatiye avakirin. Bajêr 80 kîlomêtre li rojavayê Deryaya Navîn hatiye avakirin û ji ber bandora siya baranê li Şamê avhewayek zuha derbas dibe. Çemê Baradayê di nava navenda bajarê re derbas dibe.
Şam yek ji kevintirîn bajar e ku bi berdewamî bûye cihwarê mirovahiyê. Bajêr di hezarsala 3yem a berî zayînê de bi cih bûye, ji sala 661 heta 750an weke paytexta Xîlafeta Emewiyan hatiye hilbijartin. Piştî serketina Xanedana Ebasiyan, desthilatdariya Îslamê ji Şamê derbasê Bexdayê dibe. Bajêr girîngiya xwe di Serdema Ebasiyan winda dike û careke din dîsa di Serdema Eyûbîyan û Memlûkan de bûye navendek girîng a desthilatdariya Eyûbiyan û Memlûkan. Bajêr niha navenda rêveberiya navendî ya Sûriyê ye.
Taxa bajêr a kevn ji aliyê UNESCOyê ve wekî bermahiyê mirovahiyê tê parastin. Peykereke împeratorê kurd ê serokatiya eyûbiyan kiriye Selahedînê Eyûbî jî li bajêr e.