Selahedînê Eyûbî
Damezrênerê Dewleta Eyûbî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Selahedînê Eyûbî (wekî Silhedîn, Selahedînê Kurdî û Simko jî tê zanîn; bi erebî: صلاح الدين يوسف بن أيوب, lat. Selah el-Dîn Yusif îbn Eyûb; jdb. 1138 Tikrît – m. 4ê adara 1193an, Şam) serleşkerekî kurdî[2][3][4] misilman bû ku di destpêkê de li dijî fatimiyan û pişt re li dijî xaçperestan (mesîhiyên ku çûbûn xakên pîroz li Filistînê ji bo ola xwe biparêzin) derketîbû û bajarê Qudsê (Orşelîm) dorê sedsalekê şunda bidest misilmanan xist û qewirandina xaçperestên ewropî ji Rojhilata Navîn de serkeftî bûbû.
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên soranî û erebî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Agahiyên Praktîk Siltanê Misir û Sûriyê, Serwerî ...
Selahedînê Eyûbî | |
---|---|
Xîzmetkarê Du Mîzgeftên Pîroz | |
Selahedînê Eyûbî (cîgir) | |
Siltanê Misir û Sûriyê | |
Serwerî | 1174 – 4ê adara 1193an |
Tackirin | 1174, Qahîre |
Yê pêşî | Tunne |
Yê paşî |
|
Jînenîgarî | |
Navê rastî | Selahedîn Yûsifê kurê Eyûb صلاح الدين يوسف بن أيوب |
Roja jidayikbûnê | 1138[1] |
Cihê jidayikbûnê | Tikrît, Mezopotamyaya jorîn, Xilafetê Ebasî |
Mirin | 4ê adara 1193an (55 salî) |
Cihê mirinê | Şam, Sûrî, Xanedana Eyûbiyan |
Defnkirin | Mizgefta Umeyeyan, Şam |
Keybanû | Îsmetedîn Xatûn |
Dîn | Îslam |
Esil | Kurd |
Xanedan | Eyûbî |
Bav | Necmedîn Eyûb |
Zarok | 17 law û 1 keç |
biguhêre |
Bigre
Piştî ku Selahedînê Eyûbî di 4ê adara 1193an de li Şamê wefat kir, Împeratoriya Eyûbî, ya kurdan ku Selahedîn di sala 1175an de damezrandibû, di navbera zarokên Selahedîn de parve bû û hêza xweya demê Selahedîn de winda kir.[5]