![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/b2/Cloth_embroidered_by_a_schizophrenia_sufferer.jpg/640px-Cloth_embroidered_by_a_schizophrenia_sufferer.jpg&w=640&q=50)
Şîzofrenî
Celebek nexweşiya giyanî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şîzofrenî, ji grekî tê. Wateya wê parçebûna kesayetiyê ye. Yek ji nexweşiyên psîkologîk ji grûba psîkozan e û karê psîkiyatriyê ye. Di ramane, tevgerê û fonksiyonên mêjî de xirabûn, parçebûn e. Di beşa psîkiyatriyê de cihekê xwe yê girîng heye û tedawiya wê pirr dijwar e.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/b2/Cloth_embroidered_by_a_schizophrenia_sufferer.jpg/640px-Cloth_embroidered_by_a_schizophrenia_sufferer.jpg)
Cara yekemîn di sala 1907an de ji aliyê psîkiyatrê navdar ê Swîsre yî Eugen Bleuler hatiye binavkirin. Afirandina ramanan, têkiliyên di navbera fonksiyonên kesayetî û hişarê, rewşa hestan hwd parçe parçe bûye. Nexweş êdî bi zimanekê taybet diaxive. 80 % şîzofrenîk halûsînasyonan dibihîsin û dibînin. Raman û baweriyên paranoîk pirr in.
Zanîst di wê baweriyê de ne ku bingeha vê nexweşiyê di ciwaniyê de tê avêtin. Sedemên wê yê genetîk hene lê epîlepsî, alkolîzm û raxwarina madeyên wekî eroîn, haşhaş, nexweşî tûmor û darbeyên di mejiyê de girîng in. Nexweşî di mêran de zû (12-13 salî), di jinan de dereng (40 salî) xwe dide der. Lê nexweşî di demeke dirêj de digihîje û heya mirov biçe bijîşk hinekê dereng dikeve. Zanîst di wê baweriyê de ne ku hormonên jinan di vê cûdatiyê de rolekê dileyîze. Dîsa jî binexweşketina mêr û jinan wekî hev in. Ji 10-15 % û pirraniya wan jî mêr di vê nexweşiyê de xwe dikujin. Pirr kêm be jî bi zarokên wekî 8 salî de jî hatiye dîtin. Tesbîtkirina vê nexweşiyê hinek tevlîhev e. Bo mînak otîstîzm a zarokan hin caran bi şaşî dibe tirsa şîzofreniyê lê nerast e.
Ji 5-10% zarokên şîzofrenîkan bi heman nexweşiyê dikevin. Ev selefa han di cêwiyan de 45 % e. Kesên ku di dema ji dayîk bûnê de tûşî zehmetiyan bûne û di zaroktiya xwe de darbe li serê wan ketine yan qeza derbaskirine divê biçîn cem bijîşk û xwe kontrol bikin. Hinek vîrus jî roleke mezin dileyîzin (Herpes simplex Tîp II, Influenza û vîrusa Borna). Kesê li bajaran ji dayîk bûne ji yên li gundan bûne bêhtir bi vê nexweşiyê dikevin. Herwekî jiyana sosyal bandoreke mezin li destpêka nexweşiyê dike.