Psîkoz
From Wikipedia, the free encyclopedia
Peyva psîkoz ji Grekî tê û wateya wê anormalî yan nexweşiya ruh e. Cara pêşîn di sala 1845 de ji aliyê Ernst von Feuchtersleben hatiye bikaranîn. Feuchtersleben xwestiye pirsgirêkên ku wekî neûrozê bingeha xwe ji problemên neûrologîk digirin, jê yê din veqetîne.
Psîkoz tabloyeke nexweşiyên hiş e û xwe bi xerabûna hest û ramanan dide der. Nexweş bi pirranî halûsînasyonan dibîne û xwedî baweriyên nerastegîn e. Ji rastegîniyê dûr ketiye. Nexweşî pirranî tûşî ciwanan dibe. Psîkoz bi gelek tablo û nexweşiyên psîkolojîk û psîkiyatrîk ve girêdayî ye. Hin diyagnozên wê dişibin şîzofrenî, depresyona klînîk , psîkopatî , delîriyûm hwd lê bi gelek aliyan ve jî ji wan cudatir e. Bêî testan veqetandin û tesbîta nexweşî û tabloyên wiha pirr dijwar in.