![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/1f/Mountainside_fields.jpg/640px-Mountainside_fields.jpg&w=640&q=50)
Şingal
From Wikipedia, the free encyclopedia
Şingal [1], dever û bajarekî Îraqê ye ku di navbera bajarê Mûsilê û tixûbê Îraqê û Sûriyê de ye. Di serhijmera sala 2006an de, hêşeta Şingalê nêzîkî 40.000 kesan bû.[çavkanî hewce ye] Xelkê Şingalê êzdî ne û bi kurmancî diaxvin[2].
Agahiyên Praktîk Kargêrî, Dûgel ...
Şingal | |
![]() Devera Şingalê | |
Kargêrî | |
---|---|
Dûgel | Îraq |
Parêzgeh | Neynewa |
Demografî | |
Gelhe | 84.000 (2015)[çavkanî hewce ye] |
Erdnîgarî | |
Bilindayî | 522 |
Koordînat | 36°19′21″Bk 41°51′51″Rh |
Nexşe | |
![]() |
Bigre
Şingal hêjta bi awayekê fermî nebûye pareke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Çarenivîsa wê, digel çarenivîsa gelek ji bajar û stanên dî yên kurdî yên mîna Kerkûkê, Xaneqînê, Mexmûrê hêşta bi danûstandin û bicihbûna referandûm anko tevpirsiyekê ve girêdayî ye ko biryar e berî dawîbûna sala 2007an bicih bibin. Hikûmeta Bexdayê bi serokwezîriya Nûrî Malikî gelek jibo bicihkirina daxwazên kurdan rijd nîne.