![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/1a/%25C5%259Eah%25C3%25AEn%25C3%25AA_Bekir%25C3%25AA_Sorekl%25C3%25AE_2015.jpg/640px-%25C5%259Eah%25C3%25AEn%25C3%25AA_Bekir%25C3%25AA_Sorekl%25C3%25AE_2015.jpg&w=640&q=50)
Şahînê Bekirê Soreklî
nivîskarê kurd / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şahînê Bekirê Soreklî (jdb. 1946), nivîskar û rojnamevanekî kurd e ku niha li Awistralyayê dijî. Ew di sala 1946an de li gundê Mezrê li devera Kobaniyê li Rojavaya Kurdistanê ji dayîk bû. Ji dawiya meha çiriya pêşîn a 1968an ve li Awistralya bi cîh bûye. Di navbera salên 1974 û dawiya 1977an de li Zanîngeha Maquireyê xwendiye. Ji sala 1978 ta dawiya sala 2014an ji bo wezareta perwerdeya herêma Walesa Başûrê Nû di kar de bûye. Sala 1979an bûye serokê yekem rêxistina kurdî li Awistralya û ji bo şeş salan serdariya rêxistinê kiriye. Di nav salên 1982-1983an de, bernameyeke radyoyê ya hefteyî bi zimanên kurdî û înglizî li ser radyoya 2SER FM diweşand. Ji sala 1985 ta nîvê sala 2015an birêveberê bernameya kurdî ya Radyo ya SBS ya awistralî (Servîsa Weşanên Taybet) bû. Bi dehan çîrok, gotar û helbestên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin[2].