Şablon:GH/2024/33
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zêdetir agahî < Hefte 32, Hefteya 33 ya Gotara hefteyê ...
< Hefte 32 | Hefteya 33 ya Gotara hefteyê | Hefte 34 > |
---|
Bigre
UNICEF yan jî Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, (bi îngilîzî: United Nations International Children's Emergency Fund) fona zarokan a Neteweyên Yekbûyî û ajanseke Neteweyên Yekbûyî ye ku berpirsiyar e jibo peydakirina alîkariyên mirovahî û geşepêdan û rewşa zarokan li seranserê cîhanê dişopîne. Ajans di nav rêxistinên civakî yên herî berbelav û naskirî de ye ku li seranserê cîhanê li 192 welat û deveran çalak e. Xebatên sereke yên UNICEFê; peydakirina vakslêdan û pêşîlêgirtina nexweşiyan, birêvebirina dermankirina zarok û dayikên bi nexweşiye HIVê, zêdekirina xwarina zaroktiyê û dayikan, başkirina paqijiyê, pêşvebirina perwerdehiyê û peydakirina alîkariyên awarte ji bo bersivdana karesatan e. (zêdetir...)