![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d2/Indus_near_Skardu.jpg/640px-Indus_near_Skardu.jpg&w=640&q=50)
Îndûs
From Wikipedia, the free encyclopedia
Îndûs, Sînd, Sind an jî çemê Sindê çemekî Asyayê û yek ji çemên herî dirêj ên dinyayê ye. Dirêjbûna wî 3.200 km ye.[1] Çem li Tîbeta Çînê dest pê dike, di nav Hindistan û Pakistanê ve diherike û li nêzîkî bajarê Keraçiyê digihêje Deryaya Erebî.
Îndûs
| |
---|---|
![]() | |
23°59′40″Bk 67°25′51″Rh | |
Parzemîn | Asya ![]() |
Dewlet | Pakistan, Çîn, Hindistan ![]() |
Li beşa îdarî |
|
Cihê zana çem | Sengge Zangbo, Tibetan Plateau ![]() |
Devê çem | Deryaya Erebî ![]() |
Tejaneya çem | Indus basin ![]() |
Şaxên çem | |
Welatê tejaneya çem | Pakistan ![]() |
Herik | 6600 ![]() |
Devera veqetîna avê | 1.165.000 km² ![]() |
Dirêjbûn | 3180 km ![]() |
![]() | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d2/Indus_near_Skardu.jpg/640px-Indus_near_Skardu.jpg)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d2/Course_and_major_tributaries_of_the_Indus.jpg/640px-Course_and_major_tributaries_of_the_Indus.jpg)
Firehbûna tejaneya çemê Sindê digihêje zêdeyî 1.165.000 km2 (450.000 sq mi) û herika wî ya salane qederê 243 km3 (58 cu mi) tê texmînkirin, du caran zêdeyî ya Çemê Nîlê û sê caran ji Çemên Dîcle û Firatê bi hev re zêdetir e û ji bo herika wî ya nîvekî ya salane mîna yek ji rûberên herî mezin ê cîhanê tê hesibandin.
Navê Îndûs ji peyva sanskrîtî ya sindhu (çem) tê. Navên Hindistan û Sindh her du jî ji heman peyvê tên.[2] Navê wî bi yewnaniya kevn: Ἰνδός, lat. Indós û bi latînî: Indus bû. Ji navên latînî India (Îndûs-stan) derket. Navên yewnanî û latînî ji peyva farisiya kevn a 𐏃𐎡𐎯𐎢𐏁, hindūš hatine wergirtin. Ji navê farisiya kevn navê Hindistan hatiye wergirtin.