xweş
From Wiktionary, the free dictionary
From Wiktionary, the free dictionary
xweş
Hevreha soranî خۆش (xoş), kurdiya başûrî xweş, xüeş, pehlewî xweş, parsî wxeş, farisî خوش (xûş), zazakî/kirmanckî/dimilî û hewramî weş, belûçî وش (weş), latînî suavis (şîrîn), sanskrîtî स्वादु (svādu), yûnaniya kevn ἡδύς (hēdús), almanî süß, fransî û spanî suave, îngilîzî sweet, swêdî söt, danmarkî sød, norwecî søt... hemû ji proto-hindûewropî *sweh₂dus (“şîrîn, tamxweş”). Bo guherîna *sw- ya proto-hindûewropî bi *xw- di zimanên îranî de, bide ber xwandin, xwesû, xwişk... Wek hoş ketiye tirkî jî. Ji eynî rehî bi rêya yûnanî: hedonîst, hedonîzm. Anku peyva "xweş" di eslê xwe de wateya "şîrîn, wek şekirê" dida. Lê di zimanên îranî û herwiha di yûnanî de maneya "bi dilê mirovî" wergirtiye. Paşî di zimanên îranî de bo diyarkirina ramana "wek şekirê" peyva "şîrîn" ji peyva "şîr" hatiye çêkirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.