îshokey, li dunyayê yek ji wan lîstikên populer e. Li ser qeşayê tê lîstin. Lîstikeke bi lez û dijwar e. Tîma wê ji şeş kesan pêk tê. Sê lîstikvan li pêş, dudu li hêla paş, qeleyê diparêzin û yek jî qelecî ye. Sê peryodan tê lîstin û her peryodek jî 20 deqîqe ye. Divê lîstikvan bi kaşoyan gogê bavêjin qeleya hember.—(Komxebat,Ansîklopediya Zarokan,APEC,2004,ISBN 91-89675-32-0)
Veşartok lîstikek e ku hemû zarok pê dizanin û dikarin bilîzin. Yek disekine, çavên xwe digire û dijmêre û yên din jî dest pê dikin û xwe li gelek ciyan vedişêrin.—(Komxebat,Ansîklopediya Zarokan,APEC,2004,ISBN 91-89675-32-0)
Weke bayên payîzên hersalîn îro jî ba tê, bi qasî çend rojên din, dibistan ê vebin, zarok ê dîsa li hewşên dibistanan bilîzin, qêrîn û giriyên zarokane ê bilind bibin.—(Hesenê Metê,Labîrenta Cinan,Weşanên Peywend,ISBN ISBN:9789197125475)
Hîkmet, Tevfîk, Safter û Mezo jî bi Bedîrxan dilîstin û ew dilorandin.—(Mehmed Uzun,Bîra Qedere)
Belkî hevreha farisî آلیختن(alîxten, “hilavêtin, xwe avêtin”), ji îraniya kevn *rais- (xwe avêtin), sanskrîtî "rej-", ji proto-hindûewropî *leig-, *loig-. Ji formek hindûewropî wek *loyg-éye-ti > hindûîranî *laycayati > îranîkî *leyceyeti û paşê wek *lejîd-/*lejîst- di kurdî de hebe ku paşê bûye lehîstin, bi bişivîna j>h. Guhartoyênsereke ên leystin û lîstin ji forma berê lehîstin in. Li hin deveran bûye lihîstin>lîstin, li hin deveran jî lehîstin>leystin. Hevreha litvanî láigyti(“çirtik û lotik avêtin, li dor xwe avêtin wek lîstin”), ingilîzî like, -ly, -like û lich, elmanî -lig, laichen û Leiche. Ev rehahindûewropî tenê ji peyvênzimanênbalto-slavî, hindûîranî û cermenî dikare bê jinûvesazkirin. Gumandarî ye ku zimanên din ên kurdî lêkerek wiha na lê ên bi lêkerek alîkar çêkirî bi kar tînin, bide ber zazakî kay kerdene û soranî/badînanî yarî kirin. Bo guherîna wateyî a wekhev bide ber çîstin û farisî جستن(cesten, “hilavêtin, xwe avêtin”)