didan
From Wiktionary, the free dictionary
From Wiktionary, the free dictionary
didan nêr
Herwiha diran, dinan, dan, hevrehên soranî ددان (didan) û دان (dan), kurdiya başûrî digan û dinan, lekî diyan, hewramî diđan, zazakî didan û dindan, farisî دندان (dendan), pehlewî dad an dendan [1] , belûçî دنتان (dentan), avestayî 𐬛𐬀𐬥𐬙𐬀𐬥 (denten) û 𐬛𐬁𐬙𐬁 (dātā), osetî дӕндаг (dændag), sanskrîtî दन्त (dánta), lîtwanî dantìs, rusî десна́ (dêsná), çekî dáseň, yûnanî δόντι (dónti), latînî dens, fransî dent, îtalî/portugalî dente, romanî dinte, spanî diente, bretonî dant, danmarkî/holendî/swêdî tand, norwecî tann, almanî Zahn, îngilîzî tooth (pirhejmar: teeth)... hemû ji proto-hindûewropî *h₃dónts (rehê çemandî *h₃dn̥t-).
Cinsê peyvê di makezimanê proto-hindûewropî de nêr bû û di zimanên hindûewropî yên sîstema duzayendî (nêr û mêr) yan sêzayendî (nêr, mê û nêtar) parastî de bi piranî peyv nêr maye.
Di kurmancî de ji herdu formên didan û dinan ji forma *dindan peyda bûne. Forma diran ji didan yan dinan bi dîsîmîlasyona [] anku jihevcudabûna dengî peyda bûye yanî yek ji herdu dengên wek hev yên D yan N bûye R.
Forma dan bi haplolojiyê anku bi xistina yek ji du kîteyên wek hev yan nêzîkî hev ji forma "didan" peyda bûye.
Çavkanî: Çabolov r. 306, Chyet r. 149, Horn r. 128, Rastorguyeva r. 329, Watkins r. 16, Etymonline, Wiktionary'ya îngilîzî []
didan
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.