From Wikipedia, the free encyclopedia
Şerê sar rewşeke dubendiyê ye ku di navbera neteweyan de pêk dihê û bi giştî rasterast şer nakin lê bi awayekî giştî û sereke b rêya kiryarên polîtîk, propoganda, sîxurî û şerên bi weklatê tên meşandin. Ew şer bi destê cîgiran tên kirin. Wekîl dewlet in ku dibin "dewletên girêdayî"ên neteweyên dijber wek mînak, neteweyên piştgiriya wan dikin yan jî bandora wan ya siyasî li ser heye. Dijberên di şerê sar de, dê, bi piranî, alîkariya leşkerî û aborî yên wek çek û piştgiriya taktîkî û şêwirmendên leşkerî dide wan ta ku alîgirên welatên dijber yên şerî kêm bikin.
Derbirîna "şerê sar" ji aliyê dîrokî ve xwedan çend wateyên cuda ye. Di sedsala 14an de, Don Juan Manuel dubendiya di navbera Xiristiyanîyê û Îslamê de bi kar anî û cudahiya şerê sar û germ jî diyar kir. "Şerê ku gelek dijwar, tund û germ yan bi mirin yan jî bi aştiyê bi dawî dibe lê belê şerekî sar, ne aştiyê tîne û jî serfiraziyê dide kesên piştgiriya wî dikin." [1] Dûre piştî şerê cîhanê yê duyem George Orwell ev têgeh di gotareke bi navê "“You and the Atomic Bomb”" anku "tu û bombeya atomî" de bi kar anî ku ew gotar di 19ê cotmehê ya sala 1945an de di rojnameya Birîtanî Tribuneê de derket.Di cîhaneke ku di nav tirsa şerê nûklear de dijî, wî wisa got " aştiya ku ne aştî" ku wî ev nav lê kir "şerê sar" yê berdewam. Orwell rasterast got ku ev rûbirûbûna îdeolojiyan di navbera Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û hêzên Rojavayî de ye..[2][3] Herwiha, dûra Orwell nivîsî ku "Piştî konferansa Moskovayê de, Rûsiya dest bi şerê sar li ser Birîtanya û împeratoriya Birîtanî kir."”[4]
Pênasîn êdî wisa bûye ku ji bo wan şeran tên gotin yên ku rasterast nayên kirin. Bikaranîna pêşî ya di vê wateyê de ya şêwirmnedê serokatiyyê û aboriyê yê Amerîkayî Bernard Baruch e ta ku rewşa cîhanê piştî şerê cîhanê yê duyem û nakokiyên wê yên jeopolîtîk di navbera Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û dewletên girêdayî wê û Dewletên yekbûyî û hevalbendên wê yên Ewropaya rojavayî vebêje.[5] 16ê nîsana 1947an li Kalîfornya başûrî, axaftineke wisa çêbû (Ji aliyê rojnamevan Herbert Bayard Swope)[6] û got" Bila em xwe nexapînin, em îro di nava şerekî sar de ne" û peyamnêrê rojnameyê û nivîskar Walter Lippmann ev têgeh bi nivîsÎna pirtûka "Şerê Sar"(1947) ev têgeh belavtir kir”[7][8]
televizyon û pêlîsokên kompûterê de
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.