Zeynelabidîn Zinar
Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Zeynelabidîn Zinar nivîskar, werger û lêkolînerê kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal medreseya kurdî, piştre Îmam-Xetîb û lîse xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê, Zinar yazdeh sal li belediya Êlihê de şixuliye.
Zeynelabidin Zinar | |
---|---|
Jidayikbûn | 1953 Gundê Hedhedk, Qubîn |
Pîşe | Nivîskar, Lêkolîner û Werger |
Zimanê nivîsinê | Zimanê Kurdî |
Netewe | Kurd |
Tevgera wejêyî | Wêjeya kurdî |
Bandorbar | Eliyê Teremaxî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şêx Hesenê Nûranî, Ebdurehmanê Axtepî, Şêx Fethullahê Werqanisî, |
biguhêre |
Ji 12ê îlona 1980yî ve ku cunta leşkerî hatiye, hetanî sibata 1984'an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn. Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê di İşkencede 178 Gün [1] diyar kiriye. Zinar, di dawiya 1984an de jî çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di sibata 1985an de li nexweşxana Xaça Sor beşa îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995an tedawi bûye.
Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên erebî çêbûye, lê di 1985an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li folklora kurdî kiriye. Heta niha (2016) 123 pirtûkên wî hatine weşandin, herweha Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînar ye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.