Pezmijoka çol û deştan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pezmijoka çolê (bi latînî:Varanus griseus), cureyekî pezmijokan (Varanus)e.
Pezmijoka çolê | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Sauropsida |
Kom: | Squamata |
Binekom: | Lacertilia |
Famîle: | Varanidae |
Cins: | Varanus |
Binecins: | Psammosaurus |
Cure: | V. griseus |
Navê zanistî yê latînî | |
Varanus griseus (Daudin, 1803) | |
Binecure
Sê binecureyên pezmijoka çolê hatine nasîn.
- Varanus griseus griseus (pezmijoka boz a çolê)
- Varanus griseus caspius (pezmijoka çola Kaspiyanî)
- Varanus griseus koniecznyi (pezmijoka çola Hindî).[1]
Şayes

Dirêjiya pezmijoka çolê digihîje 1,5 metreyan e. Ev xijende yê taybet ji aliyê gel ve wekî cinawir dihatin binavkirin.
Belavbûn
Destpêka belavbûna pezmijoka çolê ji Urdun, Tirkiye bi taybetî deştên Kurdistanê (ji Riha) [Eiselt (1970), Böhme (1973)],Mexrib, Cezayir, Tûnis, Lîbya, Misir, Filistîn, Îsraêl, Sûrî, Libnan, Iraq, Erebistana Siyûdî, Oman, Tirkmenistan, Qazaxistan, Ûzbêkistan, Tacîkistan, Qirgizistan, Çola Rojava, Morîtanya, Malî, Nîjer, Çad, Sûdan, Efxanistan, Îran, Pakistan ta Hindê diqedê.
Pirbûna
Pezmijoka çolê hêlîna xwe di bin erdê de cêdike û di zivistanan de bi nivî pasîf e.
Xwarin
Varanus griseus, pezmijokek e goştxwer e ku polek e berfireh ji movikdar û nemovikdaran weke mişk, mar, qirtîş , guhandarên biçûk, balinde, masî, kêzan û beqan dixwe.[2] Di rojên germ ên Rihayê de, ji cihê xwe derdikeve derve û bi hêkên cûkan û bi gumgumokên din ên biçûk xwe xwedî dike. Dîtina van ajalan gelek bi zehmet e. Dema ku ew xwe di tehlûkê de hîs dikin, karin hiskî birevin. Li gorî lêkolinên herî dawî ev ajal li derdorên sînora Riha û Suriyê dijî.
Rewşa parastinê
Pezmijoka çolê an varana deştan, ku ji cinsê xwe herî kêm e û rewşa wê parastinê ne baş e. Ji ber mezinahiya wan mixabin ev ajalan heta neha ji aliyê gundiyan ve pir caran dihatin kuştin. Lê piştî perwerdeyeke bingehî,ev pezmijok ji aliyê heman gundiyan ve tê parastin.
Çavkanî
Girêdanên derve
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.