From Wikipedia, the free encyclopedia
Urduna Rojava (bi erebî: الضفة الغربية, lat. ed-deffa el-Xerbiyya, bi îbranî: יהודה ושומרון) herêmeka li Rojhilata Navîn e. Rûerda wê dorê 5.800 km² e.[1] Ew pê hilweşîna Împeratoriya Osmanî re di nav sînorên Mandata Gel a Filîstînê de dima. Wextê ku di sala 1947'an de bo parvekirina axên vê mandatê nîqaş hat kirin û Neteweyên Yekbuyî pêşniyara du dewletan kir dewletên Ereb va daxwaza qebûl nekirin û di dawiyê de pê danezanîna serxwebûnê Îsraêlê di 14'ê gulanê 1948'an re, Şera Ereban û Îsraêlê di sala 1948'an de meheya sermewazê de derket.[2] Ew li wê şerê şunda Urdunê teva sînorên xwe kir û nav sînorên Urdunê de ma. Lê ji pê serketina Îsraêlê di Şerê Şeş Rojan virve ew ji hêla Îsraêlê tê karger kirin.[3][4]
Urduna Rojava | |
---|---|
Urduna Rojava li ser nexşeyê | |
Koordînat: 32°0′Bk 35°21′Rh | |
Parzemîn | Asya |
Dewlet | Dewleta Filistînê, Israeli-occupied territories |
Dema avabûnê | 1949 |
Merkeza îdarî | |
Îdarî | |
• Şaredar | Mahmoud Abbas (2004–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 5860 km2 (2260 sq mi) |
Nifûs | 2.881.687 (2017) |
Dem | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Urduna Rojava bi Urdun û Îsraêlê ve tê sînor kirin. Lê nêvbera Îsraêl û Ûrdûna rojava tu sînorên net tune ne.
Ji pê lihevhatina Osloyê di sala 1993'an re Urduna Rojava hat kirine sê qisiman. Gorî vê sinif kirinê axên Urduna Rojava wek sê tîpan hat sinifandin. Li van tîpa A ew derên ku lê Filîstînî dijîn û dura axên Îsraêlê temsîl dikir. Li van deverên ku dikevina sinifa A di bin kontrol û kargeriya Filîstînyan de ye. Deverên ku bi tîpa B tên temsîl kirin, dê ji hêla Filîstiniyan bê karger kirin, lê dê herwiha ji hêla Îsraeliyan jî bên kontrol kirin. Deverên ku bi tîpa C tê temsîl kirin jî dê ji hêla Îsraêliyan him bên kontrol kirin him jî bên karger kirin.[5][6]
Li Urdunê Rojava nêzî 2,850,000 kes dijiye. Li nav wan nêzî 275.000 Îsraêlî ne.[7]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.