Tanja Bruske
rojnamevan û nivîskara alman From Wikipedia, the free encyclopedia
rojnamevan û nivîskara alman From Wikipedia, the free encyclopedia
Tanja Monique Bruske Guth, di heman demê de bi bernavka xwe Lucy Guth jî tê zanîn, (jdb. 23ê çiriya paşîn a 1978 li Hanau , Almanya) nivîskareke fanastîkê û rojnamevana alman e.
Tanja Bruske | |
---|---|
Jidayikbûn | 1978 |
Hevwelatî | Almanya |
Pîşe |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tanja Bruske li Marköbel a nêzî Hanau, ku îro ew lê dimîne, mezin bû.
Ew beşdarî dibistana Otto Hahn ya li Hanau bû, ku ew di sala 1998an de abîtura xwe qedand, û piştre ew li Zanîngeha Goethe ya li Frankfurt am Main heta sala 2002 germanîstik û zanistên şano , fîlm û medyayan xwend. Ew kara xwe ya magisterê li ser lîstokên rolana pênûsê û kaxezê nivîsand.
Jixwe di dema xwendinê de ew wekî rojnamevan tecrubeyek pratîkî bi dest xist, wek mînak li cem Hit Radio FFH û RTL. Piştî ku xwendina xwe qedand, ew bi dilxwazî li Gelnhäuser Neue Zeitung, li ku derê hîn jî ew dixebite.[1]
Bruske endama Komeleya Rojnamevanên Almanî ye.
Tanja Bruske ji temenê dibistana seretayî ve nivîsiye. Romana wê ya yekem a aşopî, " Das ewige Lied" ( Strana herherî) di sala 2007an de piştî bidestxistina pêşbaziya " Destnivîsa a bi heviyên mezin a Hessenê " ji hêla radyoya FFH ve hat qezenckirin.
Bi sêyîneya Kinzigtalê Bruske ji 2013 re sê romanên polisye-nehênî yên ku li herêma mala xwe lîstin, Main-Kinzig-Kreis, nivîsand. Ji sala 2019an û vir ve, rêza romanên aşopiya dîrokî, "Schlüssel der Zeit", ku li ser 18 heban hatine damezrandin û her yek çîrokek ji cîhekê li navçeya Main-Kinzig vedibêje , hat weşandin.[2]
Ji sala 2014an û vir ve, Bruske di bin bernavka Lucy Guth de wekî nivîskarek honaka zanistiyê çalak e û heta niha 21 romanên lênûskê, tenê an bi hevkariya nivîskarên din re, ji bo cûrbecûr cûrbecûr nivîsandiye; tevî wan Maddrax û Perry Rhodan.
Tanja Bruske pênc şanoname nivîsand û weşand.
Di 2018 de Tanja Bruske bi sernavê "Stadtschreiberin von Eggenburg" ji bo romana xwe "Der Henker und die Hexe“ ("Qinarbaz û cadû") ji aliye Festîvala Serdema Navînê ya Eggenburggê ve de hate hilbijartin.[3]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.