fîzîkvanê amerîkî From Wikipedia, the free encyclopedia
Philip Warren Anderson (jdb. 13ê kanûna pêşîn a 1923an - m. 29ê adara 2020an) fîzîknasekî amerîkan e ku di sala 1977an de Xelata Nobelê ya Fîzîkê wergirtiye.
Philip Warren Anderson | |
---|---|
Jidayikbûn | 13ê kanûna pêşîn a 1923an |
Mirin | 29ê adara 2020an (96 salî) Princeton, New Jersey, DYA |
Hevwelatî | Amerîkan |
Perwerde | Zanîngeha Harvardê |
Xebatên navdar | Lokalîzasyona Anderson |
Xelat | Xelata Nobelê ya Fîzîkê (1977) |
Kariyera zanistî | |
Qada xebatê | Fîzîk |
Kargeh | Zanîngeha Cambridge, Zanîngeha Princeton |
biguhêre |
Anderson li Indianapolisê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Harvardê xwendina xwe kiriye. Piştî vê xwendinê li Laboratuara Lêgerînê ya Behriyeyê ya Dewletên Yekbûyî xwendina masterê li bin mamostetiya John Hasbrouck Van Vleck kiriye. Anderson di navbera salên 1949 û 1984an de li Laboratuarên Bell xebitiye. Di vê demê de xebata xwe ya bi navê wî Lokalîzasyona Anderson keşf kiriye. Herwiha tê gotin ku wî mekanîzmaya Higgs jî keşf kiriye. Wî di navbera salên 1967 û 1975an de profesoriya Zanîngeha Cambridge kiriye.
Di sala 1977an de wî bi Nevill Francis Mott û John van Vleck re xelata Nobela Fîzîkê wergirtiye. Di 1982an de li DYA'yê Madalyona Neteweyî ya Zanistê wergirtiye.
Li gorî analîza lêgerîneke ku di 2006an de ji aliyê José Soler ve pêk hatiye, Philip Warren Anderson fîzîknasê herî afirîner ê cîhanê ye.[1]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.