From Wikipedia, the free encyclopedia
Murat Batgi yan jî Murad Batgî, şanoger û lîstikvanekî kurd e ku di 1971ê de li Amedê (Bakurê Kurdistanê) ji dayika xwe bûye.
Murat Batgi | |
---|---|
Jidayikbûn | 1971 |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Batgî dibistanên sereta, navîn û lîseyê li Amedê qedandine. Di sala 1990î de jî beşa Iktisatê ya zanîngeha Marmarayê de dest bi xwendinê kiriye. Di heman salê de dest bi xebatên şanoyê dike. 16 salan jî li Navenda Çanda Mezopotamyayê xebatên xwe yên şanoyê didomîne.
Ji sala 2002an û vir ve jî bi şêweya stand-up xebatên şanoyê didomîne.
Lîstika xwe ya bi navê Zimandirêj (lîstik) cara yekem di 29ê gulana 2003an de li Amedê pêşkêş kiriye û heta niha 160 car vê lîstikê lîstîye. Di 14ê nîsana 2006an de li bajarê Stockholma Swêdê dest bi lîstika xwe ya bi navê Guhartim kiriye.
Pirtûkeke wî ya bi navê Şûjin (pirtûk) heye.
Li demên dawî de bo çekirina bernameyan derbasê TRT 6ê bûye. Li wir di rêzefîlmek bi navê Cîran Cîran de aktoriyê dike[1].
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.