Melayê Batê[1] yan jî Mela Hesenê Bateyî (jdb. 1417, Colemêrg - m. 1491 Colemêrg) helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîk ê kurd e.
Mela Hesenê Bateyî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1417 |
Mirin | 1491 (74 Salî) Colemêrg |
Esil | Kurd |
Bernav | Melayê Batê |
Hevwelatî | Kurdistan |
Perwerde | Medreseya Mîr Hesenê Welî |
Pîşe | Helbestvan, Wêjevan û Nivîskar |
Bandorbar | Muhemmed, Elî, Fexredîn Razî |
Bandorker | Wêjeya kurdî, Zeynelabidin Zinar, Muhemmed Emînê Heyderî |
Dîn | Îslam |
Zarok | Du keç û yek law |
Dê û bav |
|
Malbat | Ertûşî |
biguhêre |
Navê Melayê Bateyî yê rastîn Hesen/Husên e. Lê belê di pirtûka Ensîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandin ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Mihemed Emîn Zekî û Eladîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.
Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992yan de li Stembolê ji aliyê Weşanxaneya Firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907an) de, li bajarê Stembolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Ebdulreqîb Yûsif di Dîwana Kurmancî de dibêje ku navê wî "Husên" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Husên" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Husên e [2] Dibe ku navê wî "Hesen/Husên" be û "Ehmed" jî leqeba wî be.
Berhemên wî
Bi qasî ku tê zanîn, berhemên wî ev in:
- Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda kurdî)
- Dîwana Bateyî
- Destana Zembîlfiroş
Binihêre
Girêdanên derve
Çavkanî
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.