Ertoşî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Ertoşî yek ji eşîrên mezin ên kurda ye ku li gelek deverên Kurdistanê belav bûne. Endamên eşîra ertoşiyan li bajar û bajarokên wek Colemêrg, Çelê, Wan, Elbak, Elkê, Şax, Payîzava, Gever, Dihok, Zaxo, Sêmêl, Şirnex, Şêxan, Panos, Melezgirt, Elcewaz û Xelat belav bûne.[1]
Dîrok
Bi dûçûna çavkaniyên herêmî bingeha vê eşîr-konfederasyonê li gundê Ertoş ê ku bi Çelê ve girêdayî ye. Li vir belavî deverên din bûye. Bi dûçûna Martin van Bruinessen di dema mîrektiya Hekarî de du baskên civakê hebû, yek baska çep yek jî baska rast bû. Baska çepê aligiriya mîrê hekarî dikir û Pinyanişî bûn. Baskê rastê jî mixalifên mîrê hekarî bûn û ertoşî bûn. Xana Mazin eşireti Gerdî'ye ra hatî. Awelî navê eşîreta'ke Gerdûş paşî xû kira Ertoşî.
Dabeşkirina ertoşiyan
Konfederasyona Ertoşiyan ji du baska pêk tê. Ji her du baskan re jî bi giştî 12 bab derketine. Baskê yekem mendkan e ku ji eşîrên alan, êzdînan û xelîlan pêk tê. Baska duyem hacîmendan e ku ji eşîrên şîdan, şerefan, hacan, gewdan, mamxuran, jirkî, qeşûrî û zêdikan pêk tê.
Ji van eşîran gewda îdîa dikin bingeha wan digehe xelîfeyê duyê yê îslamê Emer. [2]
Endamên Konfederasyona Ertoşî
Çavkanî
Girêdanên derve
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.