From Wikipedia, the free encyclopedia
Marie Salomea Skłodowska-Curie (jdb. 7ê çiriya paşîn a 1867an li Warşova, Polonya; m. 4ê tîrmeha 1934an li Sancellemoz, (Haute-Savoie), Fransa; navê berê yê keçiktiyê Maria Salomea Skłodowska) kîmyager û fizîknaseke fransî ya bi eslê xwe Polonî bû.
Marie Curie | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 7ê çiriya paşîn a 1867an |
Mirin | 4ê tîrmeha 1934an (66 salî) Sancellemoz (Fransa) |
Sedema mirinê | Aplastic anemia (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Panteona Parîsê, Cemetery Sceaux |
Esil | Polon |
Hevwelatî | Fransa |
Perwerde | |
Destûrname | Faculté des sciences de Paris |
Pîşe | Fizîknas û kîmyager |
Xebat | |
Meqam | |
Hevjîn |
|
Zarok | |
Dê û bav | |
Xizm | |
Malbat | House of Skłodowski |
Xelat | Xelata Nobel a fîzîkê, 1903 Madalyayê Davy, 1903 Madalyayê Matteucci, 1904 Xelata Nobel a kîmyayê, 1911 |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Yekemîn jin a ku Xelata Nobelê wergirtiye û yekemîn keseke ku du caran û di du beşên zanistiyê de ev xelat girtiye ye. Sala 1903î Xelata Nobel a fizîkê bi tevî mêrê xwe Pierre Curie û Henri Becquerel wergirtiye. Dîsa sala 1911î Xelata Nobel a kîmyayê wergirtiye.
Di zaroktiya xwe ya li Polonya de ji ber xizanî û nexweşiyan dê û hin xûşk-birayên xwe winda dike. Sala 1883î bi dijwarî dibistana amadeyî bidawîdike. Li cem malbata parêzerekî dewlemend wekî mamosteyeke malê dixebite û pere berhedike ku li welatên dewlemend bixwîne. Wê demê li Polonya xwendina jinan a bilind nerewa bûye. Curie him li bavê xwe yê giran-nexweş xwedî derdikeve, him pere berhevdike û him jî bi dizî perwerdeya bilind a fîzîk û kîmyayê dibîne.
Di çiriya paşîn a 1891î de diçe Fransayê û hema dest bi perwerdeya matematîk û fîzîkê dike. Bi fizîknasê navdar ê hemdemî Pierre Curie re dizewice. Gelek caran tevlî konferansên navneteweyî yên fîzîkê dibe û gelek keşfan dike. Gelek caran bi fizîknasên wekî Albert Einstein, Max Planck hwd re hevdîtinan û hevxebatan pêk tîne. Keça wan, Irène Joliot-Curie, sala 1935î herwiha Xelata Nobel a kîmyayê werdigire.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.