Madhuri Dixit

lîstikvana hindistanî From Wikipedia, the free encyclopedia

Madhuri Dixit
Remove ads

Madhuri Dixit Nene (jdb. 15ê gulana 1967an, Mumbaî, Maharaştra, Hindistan), lîstikvan, hilberîner, danser, kesayetiya televîzyonê û hunermendê muzîka hindî ye. Madhuri Dixit heta niha 70 fîlmên Bollywoodê de derketiye pêş. Di salên 1990an û heta destpêka salên 2000î de yek ji lîstikvanên herî payebilind a Hindistanê bû. Dikşit, heft car di lîsteya navdariya Forbes Hindistanê de cih girt. Di sala 2008an de hikûmeta Hindistanê xelata Padma Şrî ku çarem şerefa herî bilind a sivîl a welat e, da Madhuri Dixit.

Agahiyên Praktîk Navê rastî, Jidayikbûn ...
Remove ads
Remove ads

Jînenîgarî

Madhuri Dixit, di 15ê gulana 1967an de li bajarê Mumbaî ji dayik bûye. Madurî, keça dêûbavê Şankar û Snehlata Dixit e. Malbata Madhuri bi eslê xwe kesên maratî ye. Du xwişkên wê yên mezin û birayek wê ya mezin heye.[1][2] Di sê saliya xwe de bi dansê re eleqedar bû, û heşt salan li Qeşakê dest bi perwerdebûnê dansê kir. Dema ku bû reqsvanê Kathak ê bi profesyonelî perwerdekirî bû.[3][4]

Li pey spekulasyona medyaya berfereh a bi salan li ser jiyana wê ya kesane, Dixit di 17ê çirî ya 1999an de, bi merasîmek kevneşopî ku li mala birayê xwe yê mezina li Kaliforniya Başûr hat li dar xistin, bi bijîjka cerraha dil, Shriram Madhav Nene re zewicî.[5][6] Nene, qet fîlmên wê nedîtibû, û haya wê ji statuya wê ya navdar tunebû.[7] Dikşit têkiliya wan wiha anî ziman, "Pir girîng bû ku wî min wekî lîstikvanek nedizanî ji ber ku wê gavê ew ê pêşî min wekî mirovekî normal nas dike. Gava ku mirovan mirovan wekî lîstikvanek dît, ew dem dibin xwediyê têgînên pêş-fikirîn. Tu fikrekê wiha bi wî re tunebû. Min kesê rast dît, min xwest bizewicim û ez zewicîm"[8]

Li pêy zewaca xwe Dixşit deh sal li Denver, Koloradoyê bicîh bû. Di çirîya 2011an de bi malbata xwe re vegeriya Mumbaiyê.[9] Dikşit derbarê vegerina xwe de got, "Ez her gav ji vir hez dikim. Ez Mumbaî, li vir mezin bûm ji ber vê yekê ev jimin re wekî vegera malê ye. Ew di jiyana min de qonaxek cûda bû, ku min dixwest bibim xwediyê xanî, malbat, mêr û zarok ... ev jiyan mîna tiştê ku min xewn dîtîye."[10] Di sala 2018an de, Dixşit û hevjîna xwe pargîdaniya RnM Moving Pictures damezrandin.[11]

Remove ads

Fîlmografî

Fîlm

Zêdetir agahî Fîlmên wê, Sal ...
Remove ads

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading content...
Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads