Kawa Nemir (jdb. 29ê gulana 1974an li Îdirê)[1] helbestvan û wergêrekî kurd e.

Agahiyên Praktîk Jidayikbûn, Pîşe ...
Kawa Nemir
Thumb
Jidayikbûn29ê gulana 1974an (50 salî)
Îdir
Pîşe
  • Nivîskar
  • wergêr
  • edîtor
Zimanê nivîsinêKurdî
PerwedeZanîngeha Hacettepeyê
biguhêreBelge
Bigre

Kawa Nemir di sala 1974an de, li Kurdistana Bakur, li bajarê Îdirê ji dayik bû. Helbestvan, wergêr û edîtor e. Di 2004an de, Weşanxaneya Bajar damezirand, piştî çapkirina çend pirtûkên werger û telîf, weşanxane feramoş kir. Nêzîkî heft salan edîtoriya kovarên mehane yên wêjeyî, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê kir.

Wî heya niha ji gelek helbestvan û çîroknivîsên îngilîz , îrlendî û amerîkî helbest û çîrok wergerandine kurmancî. Li gor daxwiyaniyên Kawa Nemir bi xwe, wî ji sê hezar û pêncsedî zêdetir helbest wergerandine bo kurdî. Kawa Nemir heya niha bi tenê ji îngilîzî 54 pirtûk wergerandine. Her wiha li gel van jî, wî şeş cild antolojiyên helbestan amade kiriye, ko her ji wergerên wî pêk tên. Antolojiya Helbesta Îrlandî, Antolojiya Helbesta Îngilîzî, Antolojiya Helbesta Amerîkan.

Niha hê jî, ligel weşangeriyê, karê wî yê esasî helbest û werger e. Kawa Nemir niha Weşanên Lîsê de editoriyê dike.

Berhem

  • Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, werger, 2000, Weşanên Jiyana Rewşenê, Stembol
  • Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, helbest, werger, 2003, Weşanên Sî, Stembol
  • Selpakfiroş, helbest, 2003, Weşanên Rewşen-Nameyê, Stembol
  • Pêşengno! Lo Pêşengno! (101 helbest), Walt Whitman, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stembol
  • Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê, T. S. Eliot, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stembol
  • Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stembol
  • Sisli Şehir, Jan Dost (wergera romana bi navê Mijabad ji kurmancî bo tirkî), roman, werger, 2005, Weşanên Beybûnê, Enqere
  • Bîşenga Deşta Dûr, helbest, 2006, Weşanên Lîs, Amed
  • Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, werger, 2008 (Li gel Lal Laleş), Weşanên Lîs, Amed
  • Salname, helbest, 2009, Weşanên Lîs, Amed
  • The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare, helbest, werger, 2010, Weşanên Lîs, Amed
  • Çavdêriyên Barbarekî, çîrok, 2011, Weşanên Lîs, Amed
  • Bêdengî û Tiştên din, Helbest, 2012 Weşanên Lîs, Amed

Girêdanên derve

Çavkanî

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.