Gundekî Heskîfa Batmanê From Wikipedia, the free encyclopedia
Kaniya Mezin an jî Kanîmezin (1946: Kanimezzin [sic]; bi tirkî: Soğucak), gundekî girêdayî navçeya Êlihê Heskifê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye valakirin.[çavkanî hewce ye]
Kaniya Mezin | |
---|---|
Soğucak | |
Koordînat: 37°41′8″Bk 41°36′18″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Batman |
Navçe | Heskîf |
Nahiye | Heskîf (navend) |
Bilindahî | 885 m (2904 ft) |
Nifûs (2012) | 40[1] |
Koda postayê | 72350 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
biguhêre |
Kaniya Mezin gundekî dîrokî ye. Girêdayiyê Heskîfê ye. Pir kevn e; ji berî Heskîfê de hebûye.
Yasîn, Ramazan, Ahmid û Tahir kurê Ferman in; Usîv, Brahîm, Remezen, Hecî, Hesen, Xelîl û Ferman kurê Ahmid in; Ahmid kurê Hesen e, Hesen kurê Osman e, Osman kurê Silêman e, Silêman kurê Hesen e, Hesen kurê Silêmman e, Silêman kurê Xelîd e, Xelîd kurê Cafer e, Cafer, Mucteba, Hıdır, Seyfedîn, Gohreş, Kesim û Xelîl ew heft bira gund bi wan hatine nav kirin kurê Elî ne. Elî ji Şêx Şamera Sûrî ye eslê wî Ereb e.
Di navbera sinê avzêmê, sinê girê berana, sinê mêşê û lata kelehê de di nîvê newalê de ye. Li bakûrê çiyayê Mava dikeve. Gundekî wusan e ku bi dara hatiye xemilandin. Rezê tirî, hêjîr, arung... têde gelek in. Ava gund bol e. Kaniya gund kaniyeke esîl e. Ava wê zivistanê germ û havînê cemidî ye. Gundên dora wê Mebiya, Alînê, Xanika Seyida Heştwan, Berdahol, Sîra û Xerbekûr in. Sînorên çiyayê wê pir fereh e. Çiyayê wê gelek asê ye, bi dar û bere û gelek şikeft tê de hene. Kelha wê keleke dîrokî ye. Hê lêkolîn lê netine kirin. Jiber wî jî nayê zanîn bê ka ji teref kî de hatiye avakirin. Gund 5 km nêzî çemê Dîcleyê ye.
Gundekî şên bû. Berî ku xera bibe 600-700 kes lê dijiyan. Piştî vegara gel anha gelhe li derûdora sediye. Di gel ku koka teva yeke jî bûne heft bavik. Tev de pismamên hev in. Gel debara xwe bi xwey kirina sewalan û firotina tirî û hêjîran dike.
Havîna hênik e. Zivistana sar e û bi şilî derbas dibe.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.