Welatekî Ewropayê From Wikipedia, the free encyclopedia
Fînlenda bi fermî Komara Fînlendayê (bi fînî: Suomi an Suomen tasavalta, bi swêdî: Finland an Republiken Finland), welatekî li bakurê Ewropayê di hêrema Skandînavyayê e. Welat li bakur-rojavayê bi Swêd, li bakur Norwêc, û li rojhilat bi Rûsyayê re, li rojava bi kendava Botniyayê û li başûr jî bi kendava Fînlendayê re, li hemberê Estonyayê, sinor dike. Rûerda Fînlendayê 338,145 kîlometre çargoşe ye,[1] û nifûsa wê 5,6 mîlyon e.[1] Helsînkî paytext û bajarê herî mezin e. Fînî û swêdî zimanên fermî ne, ku swêdî zimanê dayikê yê %5,2 ê nifûsê ye.[2]
Suomen tasavalta |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: I wish I was in Finland | ||||||
Sirûd: Maamme |
||||||
Fînlenda li ser nexşeyê | ||||||
Paytext |
65°Bk, 27°Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn | ||||||
Rêveberî | komara parlamenter | |||||
• | Serokdewlet | Alexander Stubb (President of Finland, 2024–) | ||||
• | Serokwezîr | Petteri Orpo (2023–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 6 kanûna pêşîn 1917 | ||||
• | Rûerd | 338.478,34 kîlometre çargoşe (Derya, 2023) | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 5.608.218 (2024) | ||||
Dirav | ||||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +358 | |||||
Malper https://finland.fi/ |
Fînlenda yekem car li dora sala 9000 BZ piştî Serdema Qeşayê ya paşîn ji mirovan bi cih bû.[3] Ji dawiya sedsala 13an de, Fînlenda di encama Seferên Xaçperestên Bakur de bû beşek ji Swêdê. Di sala 1809an de, di encama Şerê Fînlendayê de, herêma Fînlenda bû beşek ji Împeratoriya Rûsî wekî Dukata Mezin a Fînlandiyayê ya xweser.[4] Di vê serdemê de hunera Fînî geş bû û fikra serxwebûnê dest pê kir. Piştî Şorêşa Rûsyayê ya 1917, Fînlenda serxwebûna xwe ji hikûmdarê Rûsî ragihand. Di sala 1918an de neteweya ciwan ji hêla Şerê Navxweyî Fînlendayê ve hate dabeş kirin.[5][6] Di Şerê Cîhanî yê Duyem de, Fînlenda di Şerê Zivistanê û Şerê Berdewam de li dijî Yekîtiya Sovyetê şer kir, paşê di Şerê Laponyayê de li dijî Almanyaya Nazî şer kir.[7][8] Di encamê de beşek ji axa xwe winda kir lê serxwebûna xwe parast.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ev zû pîşesazî kir û aboriyek pêşkeftî ava kir, bi dewletek refahê ku li ser modela bakurî (wekî welatên bakurê Ewropayê) hatî çêkirin.[9] Di dema Şerê Sar de, Fînlenda bi fermî polîtîkaya bêalîbûnê qebûl kir.[10] Ji hingê ve, ev di sala 1995an de bûye endamê Yekîtiya Ewropayê,[11] di sala 1999an de bûye endamê Hêrema Ewro û di sala 2023an de bûye endamê NATO.[12] Fînlenda endamê rêxistinên navneteweyî yên cuda ye, wek Neteweyên Yekbûyî, Konseya Bakur, Herêma Şengenê, Konseya Ewropayê, Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê, û Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşketinê. Netewe di metrîkên performansa neteweyî de, di nav de perwerdehî, pêşbaziya aborî, azadiyên sivîl, kalîteya jiyanê, û pêşkeftina mirovî bi awayekî pir baş pêk tîne.[13][14][15][16]
Nêzî 168,000 golan û 179,000 giravan li Fînlenda hene. Saimaa gol mezintirîn li Fînlenda ye û çarem mezintirîn li Ewropa ye. Pirraniya golê li herêm başûr-rojhilatê hene, ku jê re Gol Fînlenda (fînî: Järvi-Suomi) tê gotîn. Pirraniya giravê li başûr-rojavayê û li Derya Behra giravan, di navbera Fînlendaya parzemînî û girava serekî ya Ålenda de hene.
Fînlenda 19 herêman pêk dihê[18]:
Nav | Nava fermî bi îngilizî[19] | Nav bi fînî | Nav bi swêdî | Paytext | Ajansî rêveberiya herêmê yên dewletê |
---|---|---|---|---|---|
Laplenda | Lapland | Lappi | Lappland | Rovaniemi | Parêzgeha Laplendayê |
Bakûrê Ostrobotnîayê | North Ostrobothnia | Pohjois-Pohjanmaa | Norra Österbotten | Oulu | Bakûrê Fînlendayê |
Kainuu | Kainuu | Kainuu | Kajanaland | Kajaani | Bakûrê Fînlendayê |
Bakûrê Karelîayê | North Karelia | Pohjois-Karjala | Norra Karelen | Joensuu | Rojhilatê Fînlendayê |
Bakûrê Savonîayê | North Savo | Pohjois-Savo | Norra Savolax | Kuopio | Rojhilatê Fînlendayê |
Başura Savonîayê | South Savo | Etelä-Savo | Södra Savolax | Mikkeli | Rojhilatê Fînlendayê |
Başura Ostrobotnîayê | South Ostrobothnia | Etelä-Pohjanmaa | Södra Österbotten | Seinäjoki | Rojavayê û Navî Fînlendayê |
Navî Ostrobotnîayê | Central Ostrobothnia | Keski-Pohjanmaa | Mellersta Österbotten | Kokkola | Rojavayê û Navî Fînlendayê |
Ostrobotnîa | Ostrobothnia | Pohjanmaa | Österbotten | Vaasa | Rojavayê û Navî Fînlendayê |
Pirkanmaa | Pirkanmaa | Pirkanmaa | Birkaland | Tampere | Rojavayê û Navî Fînlendayê |
Navî Fînlendayê | Central Finland | Keski-Suomi | Mellersta Finland | Jyväskylä | Rojavayê û Navî Fînlendayê |
Satakûnta | Satakunta | Satakunta | Satakunta | Pori | Başur-rojavaya Fînlendayê |
Başur-rojavaya Fînlendayê | Southwest Finland | Varsinais-Suomi | Egentliga Finland | Turku | Başur-rojavaya Fînlendayê |
Başura Karelîayê | South Karelia | Etelä-Karjala | Södra Karelen | Lappeenranta | Başûrê Fînlendayê |
Päijänne Tavastia | Päijät-Häme | Päijät-Häme | Päijänne-Tavastland | Lahti | Başûrê Fînlendayê |
Tavastiaya Rastê | Kanta-Häme | Kanta-Häme | Egentliga Tavastland | Hämeenlinna | Başûrê Fînlendayê |
Uusimaa | Uusimaa | Uusimaa | Nyland | Helsinki | Başûrê Fînlendayê |
Kymenlaakso | Kymenlaakso | Kymenlaakso | Kymmenedalen | Kouvola and Kotka | Başûrê Fînlendayê |
Girav Åland | Åland | Ahvenanmaa | Åland | Mariehamn | Parêzgeha Ålandê |
Deh bajaren herî mezin ev in (dem: kanûna pêşîn 2016) û li pey nifûsa wan:[20]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.