banga nimêjê From Wikipedia, the free encyclopedia
Bi azan an bang, (bi erebî; أَذَان) bangevan bawermendan di rojekê da pênc caran bangî nimêjê dike. Belê di mizgeftên mezin da azan li ser minarê dihat bang kirin, lê îro azan bi piranî bi alikariya hoparloran tê bang kirin. Azana yekemîn di diroka ola Îslam ê da ji hêla Bîlalê Hebeşî li bajarê Mekkê hatiye bang kirin. Azan tim bi zimanê erebî tê bang kirin.[1]
Dubare | Erebî | Xwendin | Kurdî |
---|---|---|---|
4x | الله اكبر | Allahu ekber | Xwedê yê herî mezin e |
2x | اشهد ان لا اله الا الله | Eşhedû en la îlahe îllallah | Ez şehadetî dikim ku ji bilî Xwedê qet xudayekî din tune |
2x | اشهد ان محمدا رسول الله | Eşhedû enne Muhemmeden resûlûllah | Ez şehadetî dikim ku Mihemmed resûlê Xwedê ye |
2x | حي على الصلاة | Heyya ale-salah | Were nimêjê |
2x | حي على الفلاح | Hayya alel-felah | Were xilasbûnê |
2x | *الصلاة خير من النوم | Es-salatu Xeyrun Mine'n Newm* | Nimêj ji xewêbaştir e* |
2x | الله اكبر | Allahu ekber | Xwedê yê herî mezin e |
1x | لا اله الا الله | Lâ îlahe îllallah | Ji bilî Xwedê qet xudayekî din tune |
(*) Ev cîh tenê di nimêja sivê de tê xwendin.
Banga nimêjê an jî banga mêjê, ew banga ku ji mizgeftê tê kirin di her waxtê ku wê bibe de ji bo ku herkesek herê mizgeftê û mêj bike. wekîn din jî, wate bangê, ew ku deme mêjê heya. Ku nîvro bû, di wê watê ku deme mêje nîvro hatiya, ku asrê bû, tê wê watê ku deme mêje asrê hatiya, ku mixribê bû, tê wê watê ku deme mêja migribê hatiya û ku aşayê bû, tê wê watê ku deme mêja aşayê hatiya. Dem, bi wê re tê ziman. Bang, bi dengê mirov tê kirin
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.