Dêmêtrios I Sotêr an Demêtriosê Yekem (bi yewnaniya kevn: Δημήτριος Σωτήρ, lat. Dēmḗtrios Sōtḗr; bi latînî: Demetrius Soter; 187–150 b.z.) şahekî Împeratoriya Seleukidî bû ku ji sala 161/160an b.z. heta mirina xwe serwerî kiriye.[1][2]
Dêmêtrios kurê Seleukos IV Philopator ê duyem bû.[1][2] Seleukos IV di sala 175an de mir.[3] Piştî ku Seleukos IV mir, Antîoxos (kurê Seleukos IV) (birayê Dêmêtrios ê mezin) bû padîşah.[2] Lê birayê Seleukosî, Antîoxos IV Epiphanês, bû şahê hevpar.[2] Di sala 165an de Antîoxos V Eupator li gel bavê xwe Antîoxos IV Epiphanês bû şahê hevpar.[2] Piştî ku Antîoxos IV di sala 164an de mir, Antîoxos V Eupator bû şahê yekane.[2][4] Lusiasî împeratoriya Antîoxos V îdare dikir, ji ber ku şah hîn zarok bû.[4] Lê di 161/160an b.z. de Dêmêtriosî desthilatdarî bi dest xist.[1] Dêmêtriosî fermana mirina Antîoxosî da. Antîoxos V li Antîoxeiayê (Entakya) hate kuştin.[4]
Komara Romê, Keyaniya Pergamonê, û Împeratoriya Ptolemeyî Dêmêtrios wekî şah nas nekir. Wan piştgirî da îdîayên Aleksandros Balas. Di sala 150an b.z. de Dêmêtrios di şerê li dijî Aleksandros Balas de mir.[1]
Çavkanî
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.