From Wikipedia, the free encyclopedia
Bersorik, sîngsor an jî bûkesor (bi latînî: Erithacus rubecula), cureyekî mêşgiran (Muscicapidae)e ku dengxweş û fîkar e.
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Bersorik, bûkesor | |
---|---|
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Passeriformes |
Famîle: | Muscicapidae |
Cins: | Erithacus |
Cure: | E. rubecula |
Navê zanistî yê latînî | |
Erithacus rubecula (Linnaeus, 1758) | |
Binecure | |
7-10 | |
Dirêjiya bersorikê nêzî 14 cm. Serê wî û pişta wî rengê qehwe û hinekkî gewr, nava wî spiyê berzere, sîng û serçavê wî jî sor e. Çavên wî jî reşê tarî ye.
Bersorik li Ewropa û bo milê rojhilat heta rojavaya Sîbîrya û joriya Îranê, têjikan diînte der. zivistana xwe, li joriya rojavaya Îranê û jorîya Iraqê (Kurdistanê) diborînit.
Li daristanan û baxçeyan dijîn. li kurdistanê, ji nîva meha Çiriya pêşîn pê de heta dûmahiya meha Avdarê, xweş di nav bîstan û baxçe û terraş û daristanan de tê dîtin. Hêlîn ji aliyê mêyê ve, li ciyên wek qul, derz, heyta çaydan û solên avêtî, li her ciyî dihê çêkirin.
Di navbera 4-6 hêkan dikin. Salê 2 caran qurp dikevin, lê carinan ev derdikeve 3 û 4'an jî.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.