Baba Tahirê Uryan

Helbestvanê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia

Baba Tahirê Uryan

Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan (jdb. 935 Hemedan - m.1010 Hemedan), helbestvan û fîlozofê kurd ê lekî[1][2] yê sedsala 11an e.[3] Roja jidayikbûn û mira wî bi temamî ne kifş e, di çavkaniyan de gelek ji hev cuda dîrok nişan didin.

Agahiyên Praktîk Navê rastî, Jidayikbûn ...
Baba Tahirê Uryan
Thumb
Navê rastî
باباطاهر
Jidayikbûn935 an 1000
Mirin1010 an 1055
Hemedan
EsilLur
PîşeFîlozof û Helbestvan
BandorbarBayezîdê Bestamî, Firdewsî, Camî, Mensûr Xelac
BandorkerOmer Xeyam, Mewlana Celaledînê Rûmî, Yunus Emre
biguhêre
Bigre
Thumb
Aramgeha Baba Tahir, li Hemedanê (Îran)

Nasnavê wî

Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû yê ku tê wateya Baba Tahirê Ta'zî yê ku cilan li xwe nake yan jî cilên wî xweşik laşê wî nastrîne . Ev nasnav nîşan û pajoya derwêşbûna wî ye.[çavkanî hewce ye] Hundek dibêjin wateya "Uryan =Xwas" lê ev ne raste. Ji ber ku di zimanê erebî de wateya "Uryan =taziye" kesê bê cil yan kesên ku cilên wî laşê wî ne bi awayekî geştî disitirîne. Û xwas wateya wê bi erebî "Hafî, hefyan" yê ku bê pêlav û nig tazî.

Jiyan

Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî di tê de ji dayik bûye kîjane (ango Baba Tahir gelê kîj bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe girtûperê (derdorê) 1100 salan berê niha hatbûye cîhan.

Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e.

Helbestvanî

Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîn in û wek stiranan dihatin bikaranîn. Îro rojhilatnas van helbestan girêdidin pehlewiyan. Bedaxewe heta îroj helbestên wî yên bi kurdî wek helbestên bi farisî, lûrî yan têkilek ji farisî, lûrî û kurdî hatine naskirin. Belam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha yek helbestvanê Faris jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje.

Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozaneki kurd bû ku heger dixwast bi farisî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir!

Hindek ji helbestên Baba Tahirê Uryan

Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim?
Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim?
Hemem kez der biranin sû te ayim
To kem ez der biranî va kê bûşim?!))
Paçve:
Xwedê! bi kê bêjim, bi kê bêjim?
Mijang pirr hêstirên xwînî, ta kingê bêjim?
Demek ku mirov min ji der dixin, ez têm bi warê te
Heger tu jî min ji xwe der bixey, ez bi kî gazî bikim û bêjim?!
    ((Dilim ez derdê te daîm xemîn e
    Be balîn xiştim û bester zemîn e
    Hemîn cûrmim kê mû te dost dîrim
    Zi her ket dost dire hal în e?!))
    Paçve
    Dilê min ji derdê te daîm xemgîn e
    Ez ji jana evîna te hêjar bûme nivîna min zemîn e
    Tenê guneha min ev e ku ez ji te hez dikim
    Ji her kî re ku ji te hez bike wesa dikey bi rewş û hale wî?!
      ((Meger şîr û pelengî ey dil ey dil?
      Be mû daîm bicengî ey dil ey dil
      Eger destim fitî xûnit verîjim
      Bivînim ta çi rengî ey dil ey dil!))
      Paçve:
      Meger tu şêr û pilingî ey dilo ey dilo?
      Bi min re daîm bicengî ey dilo ey dilo
      Eger bikevî destê min, xwîna te verijînim
      Bibînim ka tu çi rengî ey dilo!
        ((Hezarit dil be ğaret borde vîşe
        Hezaranit ciger xûn kerde vîşe
        Hezaran dax vîş, ez vîşim eşmer
        Henî neşmerde ez eşmerde vîş e!))
        Paçve:
        Te zêdetir (mişetir) ji hezaran dil be tarran (xaret) birin
        Ji hezaran jî mişetir ciger te xwîn kirin
        Hezaran dax zêdetir (mişetir), min zêdetir jî hejmart
        Hêjî nejmartî ji ejmartî zêdetir in!
          ((Sîye bextim ke bextim sernigûn bî
          Tûwe rûjim ke rûjim vajgûn bî
          Şûdim xar û xesê kûhê mûhebbet
          Zê destê dil ke ya reb ğerqi xûn bî!))
          Paçve:
          Ez reşbextim ku bextê min vajî bûye
          Ez hêjarim ku rojgara min vajî bûye
          Ez bûme poş û pilaxê çîyaya evînê
          Gazî ji destê dil ku hêvî dikim dil di nav xwîn de bxindike! (Xwedê xenîmê dil bike!)
            ((Nigarîna dil û cumin te dîrî
            Heme peyda û penhûnim te dîrî
            Nedûnim mû ke î derd ez kê dîrim
            Hemî zûnim ke dermûnim te dîrî))
            Paçve:
            Dilberê! (Nîgarê!), dil û gîyana min bi destên te ne
            Hemî kar û barên min jî her wesa
            Ez nizanim ku vî derda evînê ji ku ve hatîye nav min
            Tenê dizanim ku dermanê vê derdê bi destê te ye
              ((Dilî nazûk be sane şîşe’em bî
              Eger ahî kişim endîşe’em bî
              Sirişkim ger bûwe xûnîn eceb nîst
              Mû an darim ke der xûn rîşe’em bî!))
              Paçve:
              Dilê min mîna şûşe ye
              Heger ez gazî bikim û ax bikîşim di nav dilê min de endêş û tirs e
              Hêstirên min heger bûne xwînawî eceba nîye
              Ez ew darim ku di nav xwîn de reh rîşe yên xwe hene!
                ((Ço mû yek sûte dil pervaneî ne
                Cehan ra hemço mû dîvaneî ne
                Heme marûn û mûrûn lane dîrin
                Menê bîçare ra vîraneî ne!))
                Paçve:
                Wek min ti perperikê dil şewitî nîye
                Di nav cîhan de dînîyekî wek min nîye
                Hemî maran û moriyan hêlanên xwe hene
                Lê ji minê hêjar re wêraneyek jî çine![çavkanî hewce ye]


                Helbestên tevkurdî

                Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li muzeya Qonyeyê de hindek parçe honrawe û çarîne bi zimanekî kevnar peyda kiriye ku yên Baba Tahir in. Ev helbestan bi giştî bi zaravayekî kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye.[çavkanî hewce ye] Lê vî zarava bi rastî pirdek e li nav ziman û zaravayên kurdî û em dikarin bêjin ku hewramî, soranî û kirmanckî girê didine yek. Parçeyek ji wan helbestan:

                Zaricem dî werayî mûrc edxwerd
                Mûrcan du destî we Xweda derd
                Negehan bamed an bazûdarî
                Zariciş kûşt û mûran zaric edxwerd
                Dallê ce Elwend kohan kerd perwaz
                Baziş bikûşt û xûniş pak vaxwerd
                Bamed neçîrevan derdîn û dayîn
                Be wekdiş tîr û dall ej kar baderd
                “Bişe neçîrevan destit û ça dest
                Çi înet bedkere ej kar baderd”
                “Be name neşê îne wed ke min kerd
                Be min her an keran her wed ke min kerd!”))
                Paçve:
                Min kewek dît ku mûrî dixward
                Mûran du destên xwe da ber Xwedê
                Bêgav bazek hat
                Kew kûşt û vêga mûran kew dixward
                Şahînek (dalek) ji çîyayên Elwend firrî
                Wî baz kûşt û xwîna wî jî vexward
                Nêçîrvanê bêpîyare û rehm hat
                Tîrek ji dal re da û wî kûşt
                [Mûran got:] “Biçe nêçîrvan, destê te neyje!
                Çimku te wî bedker kûşt
                [Nêçîrvan got:] “Ev kar ku min kir nabe nîşana mezinahiya min
                Bi min jî her we bikin ku min (ji dal re) kir!”[çavkanî hewce ye]


                Rûbaiya Baba Tahirê Uryan

                Du keziyên te li ber ruwê te ne,
                Gul û simbil li cem te bi hev re ne;
                Dema tu keziyên xwe belav dikî,
                Bi hemû mûyên wan dil bi dar de ne.

                🙝🙟

                Tu ku qamnazenîn û dilruba yî,
                Tu ku bêyî kilê çav bi kila yî;
                Tu ku xwedyê du keziyên siya yî
                Çer dipirsî ku çima awara yî.

                🙝🙟

                Eger derdê min yek bûya çi dibû;
                Ger xema min hindik bûya çi dibû;
                Li kêleka min hebîb yan tebîbek,
                Ji herduyan yek hebûya çi dibû.

                🙝🙟

                Evîndar ew e ku herdem bi bela be;
                Mîna Eyûb bi kurman mubtela be;
                Weku Hesen binoşe tasa jehrê
                Mîna Huseyn şehîdê Kerbela be.

                🙝🙟

                Min bikujî b’zorê, tê j’kê bitirsî;
                Biqewrînî b’xorê, tê j’kê bitirsî;
                Ez bi vî nîvdilî j’kesî natirsim,
                Ey dilê du alem, tê j’kê bitirsî.

                Helsengandina zimanê çarîneyên Baba Tahir ligel kurdî, lûrî û farisî

                Zêdetir agahî Wûşeyê Baba Tahir[çavkanî hewce ye], Kurdiya başûr (kelhûrî, gerrûsî, lekî, soranî) ...
                Wûşeyê Baba Tahir[çavkanî hewce ye]Kurdiya başûr (kelhûrî, gerrûsî, lekî, soranî)Kurdiya bakûr (kurmancî)LûrîFarisî
                ez, mû min, mi ez mo , mi men
                te to, tû, tûwe te to to
                eşmerdin eşmardin, jimardin ejmartin eşmardin şêmorden
                bûşim bûşim bêjim boim bêgûyem
                dîr- dîr-, he-, hes- he- dar- dar-
                dost dîrî dost dîrî hez dike dust dare dust dared
                verîj- rij-, riş- verij- rêz- rîz-
                vîn- wîn-, bîn- bîn- bîn- bîn-
                sîye sîye, reş reş sîyah
                rûj rûj, roj roj rûz rûz
                bîn bîn bûn bîyin bûden
                zûn- zan- zan- dûn- dan-
                bûwe bûwe, bîye bûye bîye bûde
                ed- e(d)-, di- di- (mê-) mî-
                mûran edxwerd mûran exwerd mûran dixward mirûciya eherdin mûrçêha mîxordend
                Xweda Xweda, Xwa Xwedê Xoda Xoda
                dall dall şahîn dal oqab, şahîn
                vaxwerd hellxwerd vexward herd aşamîd
                neçîrevan neçîrewan/-van nêçîrvan neçîrvan şêkarçî
                ej, ce ej, je, le, de ji, je di , zi ez
                wed wa, weha we, wesa çino angûnê
                bişe biço biçe rro boro
                Bigre

                Helsengandin ligel hewramî, kirmanckî, lûrî û farisî

                Zêdetir agahî Wûşeyê Baba Tahir[çavkanî hewce ye], Hewramî ...
                Wûşeyê Baba Tahir[çavkanî hewce ye]HewramîKirmanckîLûrîFarisî
                ez, mû min, ez (kevnar) mi (min), ez mo , mi men
                te tu to, ti, te to to
                eşmerdin eşmerdey hûmar eşmardin şêmorden
                zaric jereç zaranc kok kebk
                werayî werayî (çîyê) werdişî herdinî xorak
                ce ce ci di , zi ez
                verîj- rîj- riş- rîz- rîz-
                vîn- wîn-, vîn- vîn- bîn- bîn-
                bişe şo rro boro
                îne-ş bikûşt ey ney kişt îne-ş kûşt î kûşt-êş în ra koşt-eş
                Bigre

                Çavkanî

                Girêdanên derve

                Loading related searches...

                Wikiwand - on

                Seamless Wikipedia browsing. On steroids.