From Wikipedia, the free encyclopedia
Pirtûka Asoyên Çareseriyê[1] (Gotûbêjên li gel Mezlûm Abdî) ji aliyê nivîskar Polat Can ve hatiye amadekirin.
Asoyên Çareseriyê cara yekem bi zimanê erebî di payîza sala 2011 de hatiye nivîsin û weşandin. Pirtûk wek hevpeyvînên dirêj û birfereh di navbera Polat Can û Mezlûm Ebdî de ye. Di derbarê şoreşa suriyê, rewşa siyasî û civakî ya Kurdên Rojava, helwesta Kurdan li hember rejîma Suriyê û Îxwanên Muslimîn, projeyên pêwîst yên misogerkirina pêşeroja Kurdan û gelek mijarên din di nava pirtûkê de bersîv dibînin.
Asoyên Çareseriyê ji 200 rûpelan pêk tê.
Pirtûk ji sê beşan pêk tê, ew jî:
Pirtûka Asoyên Çareseriyê di 27ê Cotmeha sala 2011 de hatiye nivîsîn û çapkirin.
- Çapa yekemîn: Çapa yekemîn ya pirtûkê di kutahiya sala 2011 de bi zimanên Erebî hatiye çapkirin û bi awayekî teng û nehênî hatiye belav kirin.
- Çapa duyemîn: Şibata sala 2021 li Qamîşlo ji weşanxaneya Şilêr[2][3] bi zimanê Erebî û Kurdî çap û belav bûye.
- Çapa sêyemîn: Di meha Adarê sala 2021 de, ji Navenda Xezelnûs[4] ya çap û weşanê ve bi 5 ziman û zaravayan hatiye çapkirin û belav kirin.
Pirtûk cara yekem bi zimanê erebî bi navê (آفاق الحل) di sala 2011 de hatiye nivîsîn û belav kirin. Di sala 2021 de bi zimanên erebî, farisî, îngilîzî, kurdî (kurmancî) û kurdî (soranî) hatiye çapkirin.
- erebî: آفاق الحل[5]- حديث البدايات في الثورة والقضية الكردية
- kurdî (kurmancî): Asoyên Çareseriyê[1][3]- Gotûbêjên li gel Mezlûm Ebdî
- kurdî (soranî): [4]ئاسۆکانی چارەسەر - İngilîzî: Solution Prospects - farisî: چشم انداز راه حل
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.