şervana YPJê From Wikipedia, the free encyclopedia
Anna Montgomery Campbell (jdb. 1991, Lewes, Înglistan - m. 15 adar 2018, Efrîn, Rojavayê Kurdistanê), şervaneke enternasyonalîst (internasyonalîst) bû ku bi navê xwe yê bi kurdî Hêlîn Qereçox dihate naskirin. Campbell femînîst, anarşîst û çalakvana rakirina zindanan a brîtanî bû ku di nav hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de li Rojavayê Kurdistanê di dema şerê navxweyî ya Sûriyê de şer kiriye.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Nasnav |
Hêlîn Qereçox |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe |
Aktîvîsta/ê siyasî, militant |
Bav |
Mont Campbell (en) |
Endama |
Hunt Saboteurs Association (en) Industrial Workers of the World (en) Anarchist Black Cross (en) Yekîneyên Parastina Jinê |
Şerê tevlêbûyî | |
Tevger |
Campbell di sala 2017an de di dema şerê li dijî DAÎŞê ya li Rojavayê Kurdistanê, ji Brîtanyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Piştî perwerdeyeke leşkerî ya kurt di gulana sala 2017an de tevlî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dibe ku rêxistineke leşkerî ya kurd e ku bi tenê ji jinan pêk tê.
Campbell li Rojavayê Kurdistanê beşdarî gelek şer û pevçûnan dibe ku yek ji van Operasyona Dêrazorê ye ku li dijî keleheke girîng a DAÎŞê hatiye lidarxistin. Piştî şerê dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve di 20 kanûna paşîn a 2018an li dijî kurdan pêk hatiye, Hêlîn Qereçox ji bo veguhaztina sivîlan derbasî Efrînê bûye. Hêlîn di 15ê adara sala 2018an de di dema ku sivîl ji bajêr dihatin derxistin, di encama bombebarana dewlata tirk de jiyana xwe ji dest daye.
Anna Campbell li Lewes, East Sussex, li Înglistanê wekî keça muzîkvanê rock Dirk Campbell û Adrienne Katie ji dayik bûye.[1][2] Dayika wê Katherine Emma "Adrienne Katie" ku bi eslê ji Bridgesê bû û jina duyem ê bavê wê bû.[3]
Bav û kalên wê leşker bûn ku di Navy Royal û Royal Artillery ya Înglistanê de xizmetê dikirin. Bapîrê wê di Şerê Cîhanî yê Duyem de di Alaya Tankê ya Royal de xizmet dikir.
Campbell berê ku li Bristolê wekê lûlekar bixebite, li St Mary's Hall, Brighton, perwerde xwe wergirtiye û piştre li Zanîngeha Sheffieldê perwerdeya zanîngehê wergirt. Campbell tevlî gelek çalakiyên siyasî dibe ku di nav de xwepêşandanên xwendekarên Keyaniya Yekbûyî yên 2010an, tevgera dijî nêçîrvaniyê Hunt Saboteur Association, Xaça Reş a Anarşîst û rêxistin û projeyên din ên anarşîst ku di nav de yên navneteweyî yên wekî ZAD de Notre-Dame-des-Landes hebû.[4]
Ji sala 2015an ve, bi sedan şervanên biyanî tevlî refên YPJ û YPGê li Rojavayê Kurdistanê bûne bi taybetî di dema şerê li dijî rêxistina tund a Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de bûne.[5] Di sibata 2018an de di dema êrîşa dewleta tirk ji bo dagirkirina Efrînê de herî kêm du dilxwazên enternasyonalîst jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de rojnamevanê azadîxwaz Olivier Le Clainche hebû.[6]
Campbell, di dema şerê Rojavayê Kurdistanê de, Campbell bi YPJê re di Şerê Dêrezorê de, di operasyona li dijî keleha DAÎŞê li Dêrezorê beşdarî şer dibe. Ew di heman demê de di nav xebatên YPJê ya ji bo alîkariya mafên jinên Kurdistanê de jî cih digire. Li gorî The New York Times, ji ber parastina "herêmeke otonom, ku piranîya herêmê kurd in li bakurê Sûriyê ye ku bi navê Rojava tê naskirin, rêveberiya herêmê alîgirê siyaseteke laîk, demokratîk û wekhev, bi mafên wekhev ên jinan e bandor li Anna Campbell kiriye."[7]
Anna Campbell di dema dagirkirina Efrînê de ku di bin êrîşên dewleta tirk de bû di dema êrîşên mûşekên dewleta tirk de hatiye kuştin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kuştina wê bi vê peyamê ragihand:[8][9]
Hevrêya me ya îngilîz Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) piştî berxwedana li dijî faşîzmê, li Efrînê ji bo afirandina cîhanek azad, bûye sembola hemû jinan. Em soz didin ku em ê têkoşîna Hêlîn bi cih bînin û bîranîna wê di têkoşîna xwe ya azadiyê de bi rêzdarî bi bîr bînin.
Campbell yekem jina brîtanî ye ku di şerê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.[10]
Piştî ragihandina mirina Campbell, bavê wê dest bi kampanyayek ji bo vegerandina laşê wê kir ku ji hêla rêxistinên alîkariyê ve nedihat dîtin heta ku agirbestek li herêmê pêk hat.[11] Bavê wê Dirk Campbell, hikûmeta brîtanî bi "kêmbûna tevayî ya proaktîvbûnê" di alîkariya vegerandina tirba wê de tawanbar dike ku heta niha tirba keça wî ji qada şer nehatiye derxistin.[12][13]
Li ser mirina Campbell li çaraliyê cîhanê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin, xwepêşanderên Tora Piştevaniya Kurd a Bristol (BKSN) û hevalên Campbell ofîsên BAE Systems (şirketa çekan) li Bristol, bajarê ku Anna berê lê jiyan kiriye, dane girtin. Çalakvanan şîrketê bi dayîna çekên ku li Rojava li dijî sivîlan hatine bikaranîn ji dewleta tirk re sûcdar kirin.[14] Li Bristolê salek piştî mirina Anna xwepêşandanek din dîsa hate lidarxistin. Hat ragihandin ku dordoreke mezin ji aliyê xwepêşandanan ve hatiye girtiye û li herêmê pirsgirêkên trafîkê rûdaye.[15] Li bajêr nivîsên li ser dîwaran ku hevgirtinê nîşan didin, bi taybetî li Easton, Bristol û St Pauls ku gelek projeyên anarşîst ên ku ew beşdarê wan bibû, hatine nivîsandin.[16]
Ji bo xwepêşandanên herêmî ji bo Anna Campbell, ji gelek kes û projeyên din ên li seranserê cîhanê piştgirî hatiye nişandan.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.