Zimanî Tacîkî (be Tacîkî: Забо́ни Тоҷикӣ́, Zaboni Toçikī) zimanêk e ke Tacîkekan qisey pêdeken û zimanî fermîy wilatî Tacîkistan e.[1]

Elfubê

 Gotara bingehîn: Elfubêy tacîkî

Bo nûsînî zimanî Tacîkî sûd le Elfubêy Kirîlî werdegîrêt.

Helsengandin legel Zimanî Farsî

Egerçî zimanî Tacîkî û zimanî Farsî her dûkyan dirêjey zimanî Farsîy Derîn, belam zimanî Tacîkî hendêk taybetmendîy terxankirawî xoy heye ke debête hoy ciyabûnewey le zimanî Farsî; lewane:

Bizwênekan[2]

  • Zimanî Farsîy Derî 8 bizwênî hebûwe (a, i, u, û, ā, ī, ū, ē, ō) belam êsta zimanî Tacîkî û Farsî 6 bizwênyan heye; Tacîkî (a, i, u, o ,e, ů) û Farsî (a, e, o, â, i, û).
  • Le zimanî Farsî da dû bizwênî "ē" û "ō" "y Farsîy Derî ("ê"y mechûl û "waw"î mechûl) bûnete dû bizwênî dirêjî "ī" û "ū" belam be pêçewaney zimanî Farsî le zimanî Tacîkî da dû bizwênî dirêjî "ī" û "ū" bûnete dû bizwênî kurtî "i" û "u".
  • Le zimanî Tacîkî da bizwêne kurtekan (a, i, u) weku xoyan mawnetewe belam le zimanî Farsî da bûnete (a, e, o).
  • "â"y zimanî Farsî ke le "ā"y zimanî Farsî Derî kewtûwetewe le zimanî Tacîkî da bûwete 'o'.

Nebziwênekan

Le zimanî Farsî da ciyawazîyek le nêwan dû pîtî "ğ" û "q" (tenya le zarawey Têhranî) nîye û em dû pîte weku yek godekirên belam le zimanî Tacîkî da em dû pîte le yekdî ciyadekirênewe û derbirînî taybet be xoyan heye.

Wişekan[2]

Leber ewey ke zimanî Tacîkî le şönêk qisey pêkirawe ke be zimane Êraniye rojhelatîyekan û zimane Turkiyekanî Asyay nawendî nizîk bûwe, kewtûwete jêr karîgerîy em zimanane; her boye le zimanî Tacîkî da wişey wa heye ke le zimanî Farsî da nîye yan zor kem be kar dêt, lewane: kûrşebperek, fûtbalbaz, çaycûş, pananc, neğz, kelan û htd..

Wişegelêkî zorîş le zimanî Rûsî wergîrawe ke bûwete hoy pitewbûnî wişekanî Tacîkî le biwarekanî zanist, komelayetî, çand û htd..

Perawêz

Serçawekan

Bester bo derewe

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.