Zarokjiberbirin
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zarokjiberbirin, kûretaj, hûrkolîna jîçekê (bi fransî: avortement an curetage (fr); bi inglîzî: abortion) ji ber sedemên tenduristî yan taybetî dawî li bicanîbûnê anîn e.
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a almanî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Jiberbirin derkirin an avêtina vernîk an cenînî ji malzariyê ye ko ji sedema mirina vernîkî ye an jî dibit sedema mirina wî. Jiberçûn mumkîn e serbixwe an jî bi rêya keristeyên kîmyayî, neşterkarî an rêyên dî ji qest rû bidit. Bi giştî, jiberbirin behsa destajoyekê (bi înglîzî procedure) dikit ko merema wê dawîkirina avisiyê ye. Di zaravnasiya pizişkî da, her dawîbûneka avisiyê ya serbixwe an destkir û jiqesd berî heftiya 20'ê ji jiyana hundirê malzariyê ko berhemekê nejî diînit serdinyayê, jiberbirin e. Di dîrokê da gelek şêwaz ji bo jiberbirinê hebûne. Aliyên exlaqî û qanûnî yên jiberbirinê niha babetên nîqaşên gelek gerim in li piranî ya welatên cîhanê.[çavkanî hewce ye]
Wekî ji peyvê jî kivşe ye, "jiberbirin" e ne "jiberçûn" e. Zarokjiberçûn bêî vîna mirov e. Lê li vir mirov bi vînê tevdigere. Li gelek civakan bi çaveke baş û erênî li zarokjiberbirinê yan kûretajê nayê nêrîn. Li civakên wiha maf û wekheviya jinan jî kêm in. Dîsa li hin welatan kûretaj ji ber sedemên olî hwd qedexe ye û bi dizî tê kirin.[çavkanî hewce ye]
Li Kurdistanê, bi taybetî li Kurdistana neazad, ango parçeyên li derê Başûrê Kurdistanê dimînin yasayên dagirkeriyê serdest in. Li Bakurê welêt neqedexe lê karekê nelirê tê dîtin. Li Rojhilata Kurdistanê ango Kurdistana Îranê û ya Sûrî bi dizî tên kirin, qedexe ye.[çavkanî hewce ye]
Dîroka kûretajê gelek kevn e. Bijîşk di hin rewşên awarte de ji ber sedemên tenduristiya dê yan jîçekê (embriyo) biryara yan pêşniyaza kûretajê didin. Herî dereng hefteya 16'an a bicanîmayinê dikare were kirin.[çavkanî hewce ye] ---
Ji berkirina zarokan, dema ku jinek bi haml bû û ku nexwest ku ew zaroya ku di zikê wê de bû ku bêne dunyê, hingî wê ji ber xwe dike. Di kurdî de jê re tê gotin "ji kirina zarokê" û ankû "ji ber girtina zarokê" ya. Bo ji berkirina zarokê, heta roja me jî, li her welatê dunyê, nîqaş hena. Weke mijaraka felsefîkî jî hatîya dîtin û fîlosofan li ser hizrên xwe hanîna ser ziman.