From Wikipedia, the free encyclopedia
Yirik an jî Yewrik (bi tirkî: Yörükler; yewnanî: Γιουρούκοι, Youroúkoi; bulgarî: юруци; makedonî: Јуруци, Juruci), komekî etnîkî ya tirkan e ku bi eslê xwe oxizî ne,[5] hinek ji wan barkiran in ku di serî li çiyayên Anatolyayê û beşek jî li nîvgirava Balkanê jiyan kirine.[6] Yirikên Balkanê li herêmek berfireh jiyan dikin ku ji rojhilatê Makedonyaya Bakur, beşên Bulgaristanê, ji bakur heya bajarê Larissa li Tesalyayê û başûrê Trakyayê cîhên xwe belav bûne.[7] Navê wan ji lêkera tirkî yürük (yürümek) ku tê maneya "meşin" ê, bi peyva yörük an yürük tê wateya yên kesên an komên ku li ser lingan dimeşin.[8] Yirik di bin sancaqa Yirik de bûn, (tirkî: Yörük Sancağı) ku ne wek sancaqên din yekîneyeke rûerdî bû lê yekîneyeke rêxistinî ya cuda ya împeratoriya Osmanî bû.[9]
Gelhe tevahî | |
---|---|
Tirkiye > 1.000.000[1][2] Makedonyaya Bakur 4.000[3] Bulgaristan 1.000[4] | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Anatolya û Balkan | |
Ziman | |
Tirkî (Bi gelemperî, cûdahiya devokên ji axivên zaraveyên yirikî li dijiya tirkiya Anatolyayê heye) Kurdî (Yirikên ku li beşên Kurdistanê dijî) Erebî (Bi piranî yirikên ku li welatên ereb dijî) Azerbaycanî (Bi taybetî Yirikên ku li erdnîgariya Azerbaycana Îranê dijî) Farisî (Yirikên ku li Îranê dijî) | |
Baweriya dînî | |
Îslam (Sunîtî û Elewîtî) | |
Têkildarên komên etnîkî | |
Tirkoman û gelên tirkî a din |
Li gorî hinekan ji wan eşîrên ku li rojhilatê çemê Qoserê bi cîh bûne re tirkmen dibêjin û yên li rojava jî dibêjin Yirik. Di çavkaniyên osmanî de ji bo tirkmenên dulkadirî yên li Gurgumê û derdora wê dijîn, her du têgeh bi hev re hatine bikaranîn.[10] Têgînên etnodîrokî yên tirkoman û tirkmen di wêjeyê de ji bo destnîşankirina bav û kalên yirikan bi hevwate têne bikar anîn.