![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/bf/H%25C4%25B1n%25C4%25B1s_Kanyonu-9.jpg/640px-H%25C4%25B1n%25C4%25B1s_Kanyonu-9.jpg&w=640&q=50)
Xinûs
Bajarekî Herema Serhedê, Bakurê Kurdistanê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Xinûs an Kelê (1928: خنس[2] Xunis, Xinis, 1946: Hınıs[3], bi ermenî: Խնուս, lat. Khounis, bi zazakî: Xinis, bi tirkî: Hınıs) navçeyeke bi ser parêzgeha Erzîromê ve ye ku dikeve herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê. Xinûs bajarekî gelek kevn û dîrokî ye.
![]() | Di vê gotarê de ji yekî zêdetir problem hene. Ji kerema xwe re vê gotarê sererast bikin an jî li ser van probleman gotûbêjekê bidin destpêkirin.
|
Xinûs | |
---|---|
Hınıs | |
![]() Taxa Baxçê û Mizgefta Mezin â Xinûsê | |
Koordînat: 39°21′31″Bk 41°42′05″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Serbajar | Xinûs |
Îdarî | |
• Şaredar | Hasan Basri Fırat (BDP) |
• Qeymeqam | Hamza İNAM |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara taxan | 10 tax |
Hejmara gundan | 98 gund |
Hejmara mezrayan | 78 mezra |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.800 km2 (700 sq mi) |
Bilindahî | 1.700 m (5600 ft) |
Nifûs (2008) | 31.479[1] |
• Berbelavî | 17,5/km2 (45/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 9.883 |
Koda postayê | 25600 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
Malper | www |
![]() | |
biguhêre![]() |
Navçe 180 km ji Erziromê, 300 km ji Amede, 250 km Wanê û 90 km ji Mûşê dûr dikeve. Bilindahîya ji rûyê avê 1.720 m ye. Li gorî statîstîkên fermî yên dewletê bi giştî 32.000 kes li tevahîya navçeyê dijîn. Lê di nasnameyên nêzîkî 120.000 kesî de navê navçeyê derbas dibe.[çavkanî hewce ye]
Di Xinûse de ji zaravên zimanê kurdî zazakî û kurmancî, û Şêxbizinî tê axavtin. Xinûs welatê dengbêjan e. Gelek dengbêjên mezin ji Xinûsê derketine.
Piştî sirgûnê malbatên bi eslê xwe koçber ên ji Qefqasyayê û bi eslê xwe kurd in hatin û li Kopa Mûşe bi cih bûn. Her wiha malbatên bi eslê xwe zaza ji Çewligê Bongilanê hatine û li wir (Xeci Dekko) bi cih bûne. Paşê, di sala 1936an de, ji Ezirmê û ji Behra Reş malên cuda yên tirk li Xinûsê hatin bicihkirin.
Xinûsiyan gelek koçber dane. Li Îzmîr, Stenbol, Almanya (bi giranî Berlin û Munîh), Fransa (bi giranî Parîs û Marsêy) gelek xinûsî dijîn.
Li herêmê eşîrên Zirkan, Cemaldînî, Hesenan, Dimilî, Berazî û Sipkan pir in. Eşîrên Xinûsê demekî li ser navê Zirkan konfedere bûne. Piraniya wan cejna dikin ku eslê xwe Zirkî ne. Axayê Zirikan Keremê Qolaxasî ji herêma Gogsîyê, dema koçreviye ermeniyan de bi Hengên Hamidiyên be parastina herêmê kirîye û paşê bi axayên hesenan be, di serhildana hesenan de hatîye kuştin. Navê Xinûsê yek ji bi navê Rêbiraya tê zanîn. Demekî jê re gotine Rêbira Bajer. Serhildana Elîcan jî li herêma Xinûs û Dûtaxê tekîyaye. Li herêmê gelekî mezel û vexuyên ermenîyan hene. Tê zanîn ku li herêmê pêşiya sed salan gelekî ermenî jî dijîyan. Piştî koçberkirina Ermeniyan zehf eşîrên kurdan, ên ji Çewlîgê û Qersê hatine Xinûsê û di şûna ermeniyan de bi cih û war bûne.