![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/11/Poignard_0.188.1_2_fond.jpg/640px-Poignard_0.188.1_2_fond.jpg&w=640&q=50)
Xencer
From Wikipedia, the free encyclopedia
Xencer, cureyek ji kêran e. Herdu devên wê bira (tûj) ne. Bi hezeran salan wekî çekekê hatiye bikaranîn. Niha pirranî bo dekorasyonê yan wekî aksesûar tê bikaranîn. Xencerên herî kevn ji kevirê bûne. Kêreke sîmetrîk e, lê hin formên wê yên asîmetrîk jî hebûne.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/11/Poignard_0.188.1_2_fond.jpg/640px-Poignard_0.188.1_2_fond.jpg)
Kurdan xencer gelek bikaranîne. Xencer berê li Kurdistanê wekî aksesûar navdar bû. Ango ne ji bo şer, bo xemilê bû. Di artêşên kurdan de ji berê de cureyên şûrên kurt (kin) dihatine bikaranîn ku hewceyî bi xenceran nedimaye.
Li hin êlên kurdan xencerên taybet dihatin bikardianîn ku evana sîmbola êlê bûn. Diviyabû mêrên êlê heman xencer bi xwe re bigerandan. Di wêjeya devkî de behsa gelek xenceran tê kirin.
Carnan kêr, xencer, şûrên kurt tên tevlîhevkirin. Lewra gelek dişibin hevûdu.