Kêr, alaveke sereke ya birrînê ye. Bi aliyê wê yê tûj karê birrînê tê kirin. Di serdemên berê de wekî çek, lê îro pirranî bo birrînê tên bikaranîn. Bi sedan cureyên wê hene. Kêrên standard ên pêjgehan ji destik û şûrikê (cihê hesin ê birrînê) pêk tên.