Weqfa Konrad Adenauer (bi almanî: Konrad-Adenauer-Stiftung, KAS) weqfeke partiya siyasî ya bi Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) ve girêdayî lê serbixwe ye. Navenda weqfê li bajarê Sankt Augustin li nêzî Bonnê û her weha li Berlînê ye.[1] Li tevahiya cîhanê 78 ofîsên xwe hene û li zêdetirî 100 welatan bernameyan dimeşîne.[2] Serokê niha û Serokê berê yê Parlamena Almanyayê ya Bundestag, Nobert Lammert e. Ew endamê Navenda Lêkolînên Ewropî, weqfa fermî û saziya ramanê ya Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ye.[3]

Thumb
Logoya Weqfa Konrad Adenauer

Damezrandin û armanc

Damezrandina "bernameyeke pergaldar a perwerdehiya sivîl a ku ji nirxên demokratîk ên xiristiyan îlham girtiye" di sala 1952-an de ji hêla komek ramyarên CDU ve ku di nav wan de serokê Bundestag  Hermann EhlersRobert Tillmanns û Heinrich Krone jî hene, dest pê kir.Di 20ê kanûna pêşîn a 1955an de, Civata Perwerdehiya Xiristiyanên Demokrat , ku dê di 13ê çiriya pêşîn 1964an de li ser navê serokwezîr Konrad Adenauer bihata binavkirin, li Bonnê hate vekirin.[4]

Çavkanî

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.