Tîtî
Cureyekî çûkan From Wikipedia, the free encyclopedia
Cureyekî çûkan From Wikipedia, the free encyclopedia
Tîtî, kullo, pînês, tîntîn[2] an jî tîntore (bi navê xwe yê latînî Galerida cristata) çûkekî bejî ye ji cinsê Galerida , ji famîleya tîtiyan û ji koma fîkaran e.
![]() | Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a belarusî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Tîtî | |
---|---|
![]() | |
Tîtî (bi navê xwe yê latînî Galerida cristata) | |
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Passeriformes |
Famîle: | Alaudidae |
Cins: | Galerida |
Cure: | G. cristata |
Navê zanistî yê latînî | |
Galerida cristata (Linnaeus, 1758) | |
Subspecies | |
Binecure | |
![]() | |
Belavbûn bi rengê kesk |
Tîtî heta 18 santîman mezin dibe û giraniya xwe digihêje 45 graman. Rengê xwe qehwayiyekî bêmirês e, nikula xwe xurt û tewandî ye, lingên xwe li gorî bejna xwe dirêj in, baskên xwe mezin û berayî ne û li ser serê xwe qubek heye. Rengê konikên xwe qehweyî ye lê li ser konikan çizgiyên grî hene. Binê tîtî (zika xwe) gewr e û derdora baskan hindik sor e. Kenarên boçika tîtî jî gewr in.
Bi gelemperî tîtî li sehayên vekirî ên gihayê dijî. Li Ewrasyayê, li Portûgalê, li Çînê, li Hîndistanê û heta li Afrîkayê Başûr jî tê dîtin.
Tîtî li erdê û li ser stiriyan, di berqefa keviran de rind veşartî ava dikin û di nav nîsan (avrêl) û hezîran (pûşper) ê heta pênc hêkan dikin û tîtî heta yanzdeh rojan kurk dibevin. Çêlikên tîtîyan dema ku deh rojî dibin firoke dibin, bi firê dikevin, ji hêlînê vediqetin. Tîtî dema dixwînin dengê "tîtîîî" derdixin.
Xwarina tîtî bi gelemperî toximên pincaran e, lê di zivistanê zêdetir kurman dixwe.
Derdorî 37 binecureyên tîtiyan hene:[3]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.