From Wikipedia, the free encyclopedia
Abel Makkonen Tesfaye (jdb. 16ê sibata 1990an), ku bi navê Weeknd jî tê zanîn, hunermend, stranbêj û strannivîsekî kanadayî ye.[2] Ew kesayetiyek navdar di muzîka populer a hemdem de ye û ji ber hilberîna muzîka xwe ya nekonvansîyonel, nûvekirinên hunerî, û dengê wî yê falsettoyê tê zanîn.[3][4] Gelek xelat wergirtiye, di nav wan de çar Xelatên Grammy, 20 Xelatên Muzîkê yê Billboard, 22 Xelatên Juno, şeş Xelatên Muzîkê yên Amerîkî, du Xelatên Muzîka Vîdyoyê ya MTV, xelatek Latino Grammy, û namzediyên ji bo Xelata Oscar û Xelata Primetime Emmy.
The Weeknd | |
---|---|
Jiyan | |
Navê jidayikbûnê | Abel Makkonen Tesfaye |
Bernav |
|
Jidayikbûn | 16ê sibata 1990an Toronto ,Ontario, Kanada |
Pîşe | Stranbêj , strannivîs , lîstikvan |
Salên çalak | 2009-roja me |
Etîketa qeydê |
|
Malper | theweeknd |
biguhêre |
Tesfaye ku li Torontoyê ji dayik bûye û mezin bûye, di sala 2009an de bi weşandina muzîkê li ser YouTubeê dest bi kariyera xwe kir. Du sal şûnda, wî etîketa tomarê ya XO damezrand û demoyên House of Balloons, Thursday û Echoes of Silence derxist, ku ji ber şêwaza R&B ya hemdem û alternatîf û nasnameya xwe ya balkêş hate naskirin.[5] Di sala 2012an de, wî bi Republic Records re îmze kir û albûma berhevokê ya Trilogy derxist. Wî albûma xwe ya pêşîn a stûdyoyê Kiss Land di sala 2013an de derxist, ku yekem car di Billboard 200 ya Amerîkî de di rêza duyemîn de derket. Piştî derxistina albûmê, Tesfaye dest bi beşdariya sountrackên fîlmê kir, û bi single a xwe "Earned It" ji fîlma Fifty Shades of Grey (2015) ku Xelata Grammy ya Baştirîn Performansa R&B wergirt. Stran di heman demê de ji bo Xelata Oscarê ji bo Strana Herî Baştirîn Ya Orjînal jî hate berbijêrkirin.[6]
Tesfaye bi albûma xwe ya duyemîn a pop Beauty Behind the Madness (2015), ku li DYAyê gihîşt jimareya yekê, serkeftinek rexneyî û bazirganî bi dest xist. Albûm li Dewletên Yekbûyî gihîşt jimareya yekê û stranên wî "Can't Feel My Face" û "The Hills" ket nava stranên billboard Hot 100 yên DYAye. Wî her wiha Xelata Grammy ya Baştirîn Albûma Hemdem a Bajar wergirt û ji bo Albûma Salê hate berbijêrkirin.[7] Albûma wî ya sêyem a stûdyoyê Starboy (2016) serkeftinek bazirganî ya bi heman rengî dît û number-one single a DYAyê ya bi heman navî û "Die For You" tê de cih girt. Wî Xelata Grammy ji bo Albûma Hevdem a Baştirîn a Bajar jî wergirt. Tesfaye bi albûma xwe ya çaremîn a stûdyoyê ya After Hours (2020) derxist ku stranên "Blinding Lights" û nuber-one single a DYAyê "Heartless" û "Save Your Tears" vedihewîne.[8] Albûma wî ya pêncemîn a îlhama dans-popê Dawn FM (2022) stranên "Take My Breath", "Sacrifice", "Out of Time", û "Less than Zero" vedihewîne.
Tesfaye di nav hunermendên muzîkê yên herî serkeftî ên cîhanê de ye. Heta niha bi zêdetirî 75 mîlyon tomarên wî hatine firotin,[9] û ew xwediyê rekora çend tomarên streaming û chartên Billboardê ye.[10][11] Ew yekem hunermendê kanadayî ye ku çar single yên almasê ji Komeleya Pîşesaziya Tomarkirinê ya Amerîkî (RIAA) bi dest xistiye, û her weha hunermendê yekem e ku di heman demê de sê xalên jorîn di nexşeya Hot R&B/Hip-Hop Songs de digire.[12][13] "Blinding Lights" di dîroka Spotify de bû strana ku herî zêde tê weşandin, û di dîroka Billboard de wekî strana Hot 100 ya herî mezin tê rêz kirin.[14][15] Tesfaye di sala 2020an de ji hêla kovara Time ve wekî yek ji mirovên herî bibandor ê cîhanê hate navnîş kirin, û di sala 2023an de ji hêla Guinness World Records ve wekî "hunermendê herî populer ê cîhanê" hate binav kirin.[14][15]
Ew ji bo wekheviya nijadî û ewlehiya xwarinê têdikoşe û di sala 2021an de wekî Balyozê Niyeta Baş a Bernameya Xwarinê ya Cîhanê hate tayîn kirin.[16][17]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.