![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/13/TBBT_logo.svg/langku-640px-TBBT_logo.svg.png&w=640&q=50)
The Big Bang Theory
From Wikipedia, the free encyclopedia
The Big Bang Theory sîtkomeke televîzyonê ya amerîkî ye ku ji aliyê Chuck Lorre û Bill Prady ve hatiye afirandin. Rêzefîlm li ser CBSê di 24ê îlona 2007an de cara pêşîn hatiye pêşandan, û di 16ê gulana 2019an de qediya ku di 12 sezon de 279 beş hatine weşandin.[1]
Agahiyên Praktîk The Big Bang Theory, Cure ...
Bigre
Rêzefîlm çîroka jiyana pênc karakterên ku li Pasadena, Californiayê dijîn, dikir: Leonard Hofstadter (Johnny Galecki) û Sheldon Cooper (Jim Parsons), her du fizîknasên Caltechê ne ku di apartmanekê de dijiyan; Penny (Kaley Cuoco), garsoneke ku dixwaze bibe aktrîsek û li hemberê mala Leonard û Sheldonê dijiya û hevalên Leonard û Sheldon ên bi qasî wan geek in, endezyarê hewayê Howard Wolowitz (Simon Helberg) û stêrfizîknas Raj Koothrappali (Kunal Nayyar).[2]