![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/5b/Star_of_life2.svg/langku-640px-Star_of_life2.svg.png&w=640&q=50)
Tenduristî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Tenduristî rewşek laşî û derûnî ya kesek an komekê ye.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tenduristî "rewşa başbûna temam a laşî, derûnî û civakî ye û ne tenê nebûna nexweşî û seqetiyê ye".[1] Gelek pênase ji bo armancên cûda hatine bikar anîn. Tenduristî dikare bi teşwîqkirina çalakiyên tendurustî, wek spora laşî ya birêkûpêk û xewa têr,[2] û bi kêmkirina çalakî an rewşên netendurist, wek cixarekişandin an stresa zêde, were pêşve xistin.