Sîstema ABO û komeleyên xwînê
Sinifandina tîpa xwînê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Mirov dibe ku ji ber hin sedeman neçar bimîne û ji mirovek din xwîn werbigire. Wekî mînak mirovên bi nexweşiya kêmxwînî (anemî) an jî bi şêrpenceya xwînê ne, pêdiviya wan bi xwînwergirtinê heye. Herwisa hin caran ji ber birîndarbûnê an jî niştergeriyê jî xwîna mirov kêm dibe, loma ji bo van kesan jî pêdivî bi xwînwergirtinê heye[1] .
Tekane çavkaniya xwînê, laşê mirov e, ango heke pêdivî bi xwînê hebe, divê xwîn ji xwînbexşerek were peydakirin. Lê taybetmendiya xwîna hemû mirovan ne wekî hev e. Ji bo xwînguhaztinê divê xwîna xwînbexşer û xwînwergir guncav bin. Hetanê destpêka sedsala bîstan ji hê mirovati ji derheqê xwînguhaztinê de xwediyê zanyariyê nebû. Cara pêşîn zanyarê Awustrî Karl Landsteiner (Karl Lendşitaynir) (1868–1943) di sala 1901 î de keşfa komeleyên xwînê pêk anî û sîstema ABO ê ava kir[2]. Ji wê rojê şûn ve êdî mirovatî ji rêbaza xwînguhaztinê agahdar bû.