From Wikipedia, the free encyclopedia
Sîdar Jîr, di sala 1980'î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye, wergêrek û nivîskarekî kurd e.
Sîdar Jîr | |
---|---|
biguhêre |
Sîdar Jîr di sala 2004'an de li Zanîngeha Dîcleyê, Fakûlteya Perwerdehiye kuta kiriye û paşê jî li Zanîngeha Stenbolê beşa Felsefeyê xwendiye. Çîrok û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de fanzîna xwerû ya kurdî li Bakurê Kurdistanê (li Amedê) bi navê Kulîlk ligel hevalê xwe Deştî Rewşen derxist û piştî wê bi navê Kulîlka Ciwan kovar derxist û edîtoriya wê kir. Di destpêka Kovara W'yê de wekî edîtor di nava komek nivîskarên kurd de cih girt.
Di sala 2004'an de berhema wî ya yekem bi navê Ariya Giyanên Stewr û di 2011'an de jî pirtûka wî ya çîrokan a duyem ji weşanxaneya Lîsê bi navê Dozdeh Çirk hatiye weşandin. Her wiha Sîdar Jîr ji zimanê îngilîzî gelek çîrok wergerandine bo zimanê kurdî. Ji çîrokên çîroknivîsên gewre yên wekî O. Henry bi navê Diyariya sersalê , Sharwood Anderson Mêrikê Lal û Mishefa Reş & Bextê Reş a Amed Gokçen wergerandiye Kurdî. Edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok û kovara zarokan a bi navê Dergûş jî kir ên ku li Amedê derdiketin. Li Akademiya Cegerxwîn li beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mamoste ye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.