Zanîngeha Stembolê an jî Unîversîteya Stembolê (bitirkî: İstanbul Üniversitesi) unîversîteyeke dewletê ya lêkolînê ye ku li Stembol, Tirkiyeyê ye. Kampusa sereke li kêleka Meydana Beyazitê, Fatihê, li aliyê Ewropayê yê bajêr e.
Di Rêzkirina Akademîk a Unîversîteyên Dinyayê(en) (biinglîzî: Academic Ranking of World Universities) ya 2019an de Unîversîteya Stembolê li dinyayê di rêza 401-500an de bû (1ê li Tirkiyê). Herwiha di "Zanistên Veterîneriyê" de jî di rêza 251-300an de, di "Doktoriya Klînîkî" de 401-500em, di "Dermannasî û Zanistên Devî" de 101-150an, di "Hemşîretî" de 201-300an û di "Teknolojiya Doktoriyê" de di rêza 301-400an de bû.[4][5][6][7][8][9]
İpek, Bülent (1 kanûna paşîn 2011). "O Artık Bir Magazin Figürü". HaberTürk. Istanbul. Ji orîjînalê di 3 tebax 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2016.