Gundekî Gimgima Mûşê From Wikipedia, the free encyclopedia
Spehiyan (bi romî kirine: Yurttutan), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.
Spehiyan | |
---|---|
Yurttutan | |
Koordînat: 39°4′15″Bk 41°46′8″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Qerekoy |
Bilindahî | 1.650 m (5410 ft) |
Nifûs (2010) | 546[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Di lêkolîneke navê gundan a di salên 1970ê de ji aliyê komeleya mamosteyan a Gimgimê (TÖB-DER) ve hatibû kirin de, navê gund wekî Spehiyan cih girtibû. Li herêmê navê gund wekî Îspeyan, Îspehyan tê bilêvkirin. Gorî vê xebatê rastiya wê Spehiyan e. Ango siwariyan an xweşik, rindikan. Bêjeya "spehî" tê wateya rindî û siwarîbûnê.
Xebatek ji aliyê ASDK-DERê (Anti Sömürgeci Kültür Dernegi - Komeleya çandî ya dijberê mêtingeriyê) jî hatibû kirin. Di xebata wan de jî navê gund wekî Spehiyan cih digirt. Di salên 1970î de li Gimgimê li hin dibistanan kûrsên zimanê kurdî dihatin lidarxistin, dersên dîroka Kurdistanê dihatin dayîn. Mixabin xebat û lêkolînan wan nehatin parastin, pirraniya wan jî ketin destên dewletê, hatin tunekirin.
Navê gund ji wargehên siwariyên Merwanîyan tê. Di seferên Romayiyan de, artêşên Romayê li vir kurtedemî mane. Yekîneyên Hemîdiyeyê jî li vir siwariyên xwe perwerde kirine, bo êrîşan wekî baregeh bikaranîne. Gund navê xwe ji spehiyan-siwariyan girtiye.
Bi zanistî lêkolînekê berfireh li ser bingeh û dîroka gund nehatiye kirin.
43 km ji Gimgim, 91 km ji Mûşê dûr dikeve. Bilindahiya axa gund ji rûyê avê 1.650 m ye.
Axa herêmê çiyayî ye û klîmaya wê Serhedî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan sar û dîrêj in.
Şer, qedexeya zozanan aboriya gund xirab kiriye. Gelekan bar kirine. Dewletê bi çêkirina bendavan ekosazûmaniya herêmê xistiye xetereyê. Bendavan bandoreke neyînî kirine.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.