Gundekî Gimgima Mûşê From Wikipedia, the free encyclopedia
Sofiyan (bi romî kirine: Doğanca), gundekî navçe Gimgima Mûşê ye.
Sofiyan | |
---|---|
Doğanca | |
Koordînat: 39°15′18″Bk 41°20′15″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Stûkuran |
Bilindahî | 1.740 m (5710 ft) |
Nifûs (2010) | 243[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Li başûrê Çiyayê Bîngolê dikeve, nêzîkê gundên Sêgiran, Reqasan, Tanzîg, Tatan û Stûkuranê ye. Zozanên nêzîk, Seyrangeh (zozan) û Gerînan (zozan) e.
14 km ji Gimgim, 70 km ji Mûşê dûr dikeve. Niştecihên wê bi zaraveyê kirmanckî (kirdkî, zazakî, Dêrsimkî) diaxivin û ji aliyê olî ve Elewî ne.
Lêkolînek zanistî nehatiye kirin. Agahiyên hene ji kanên Osmaniyan, ji çanda devkî û temendirêjên gund e.
Dibêjin di salên 1750î de bingeha gund hatiye avêtin. Ên ku viya dibêjin serpêhatiya êla Şevaliyan (êl) bingeh digirin. Dibêjin du birayên ji vê êle bi bertîlan axa vê gundê girtine. Paşayek herêmî yê Osmaniyan, bi navê Kor Haldûn Paşa tapoya vê axa dide êla Şevaliyan.
Paşê êlên wekî Lolan (êl) (lolican), Pîrcanan (êl), Feran, Xinzolan ûêd, jî hatine bicih bûne. Hin malbatên dewleta Romê paşnava wan kirine Ulaş, Alkan jî bicih bûne. Hejmara êlan neh in.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.