Îzmîr, berê wek Simîrna dihat zanîn (bi tirkî: İzmir, bi yewnanî: Σμύρνη, lat. Smírni, ji bi yewnaniya kevn: Σμύρνη, lat. Smúrnē an Σμύρνα, Smúrnā; bi latînî: Smyrna), bajarekî metropolê ye li qeraxa rojavayê Anatolyayê û serbajarê Parêzgeha Îzmîrê ye. Bajêr piştî Stembol û Enqereyê sêyem bajarê herî qelebalix ê li Tirkiyeyê ye û mezintirîn qada bajarî ya li ser Deryaya Egeyê ye. Di sala 2019an de nifûsa Îzmîrê 2 milyon û 965 hezar û 900 kes û nifûsa Parêzgeha Îzmîrê jî 4 milyon û 367 hezar û 251 kes hatiye hejmartin.[1] Nifûsa qada bajêr ya avakirî (yan metro) 3.209.179 kes bû. Îzmîr yek ji bajarên Tirkiyeyê ku bi sed hezaran kurd di salên 90î û di salên dawiyê de ji Bakurê Kurdistanê koçê vî bajarê bûne.[2]
Îzmîr
| |
---|---|
İzmir | |
Navê(n) din: | |
Îzmîr li ser nexşeyê | |
Koordînat: 38°24′Bk 27°10′Rh | |
Dewlet | Tirkiye |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
Dema avabûnê | 3 millennium b.z. |
Îdarî | |
• Şaredar | Cemil Tugay (2024–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 944 km2 (364 sq mi) |
Bilindahî | 2 m (7 ft) |
Nifûs | 2.948.609 (2023) |
Dem | |
Koda telefonê | 232 |
Plakaya erebeyê | 35 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bajêr li ser peravên deryayî yên Kendava Îzmîrê û li hundir ber bi bakur ve li seranserê Deltaya Çemê Gedizê dirêj dibe, li rojhilat li kêleka deşteke aluviyal a ku ji aliyê çend çemên piçûk ve hatine çêkirin û li aliyê başûr jî li ser erdekî hişk hatiye avakirin. Dîroka bajêr ji serdema neolîtîk û vir ve 3000 salan zêdetir dîroka bajarvanî ya tomarkirî heye û heta 8500 sal jî dîroka bicih bûna mirovahî ya bajêr hatiye tomarkirin. Di kevnariya klasîk de bajar bi navê Smîrna (/ˈsmɜːrnə/ SMUR-nə; bi yewnanî: Σμύρνη, bi romanî: Smîrnî/Smîrnê) hatiye binavkirin. Heya sala 1923an ku navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de pevguhertina nifûsê pêk hatiye, li Îzmîrê nifûsek mezinê yewnanan hebû.
Etîmolojî
Navê bajêr ê berê Simîrna ye ku ji zimanê grekî tê. Îzmîr heya piştî avakirina Komara Tirkiyeyê bi piranî ji niştecihên yewnanan pêk dihat. Di şerê tirk û yewnanan de grekiyên li Anatolyayê dijiyan hatin derkirin û Simîrna jî bi şerekî dijwar hate bidestxistin. Navê bajêr a berê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve tê qedexekirin û bajêr wekî İzmir hatiye binavkirin.[3]
Gelhe
Li gorî hejmarinên sala 2019an gelheya bajêr 4 367 251 kes e. Li bejarê serê km2 yê 367 kes dikeve. Li gorî daneyên dawî ya sala 2019an, Belavbûna gelheyî ya herî zêde, 14 649 km2/kes, li navçeyê Konakê dijî. Rêjeya zêdebûna gelheya salane ya li bajarê ji sedê 1,08% an navçeya Konakê ye. Navçeya ku herî zêde gelheya wê zêde bûye ji sedê (3,99%) navçeya Torbali ye. Navçe ya herî zêde ku gelheya wê qêm bû ye, ji sedî kêm (-,336%) navçeya Kınıkê ye.
Navçeyên Îzmîrê
Dîmenên ji Îzmîrê
- Dîmenek ji navçeya Bayrakliyê ku di salên bûye navenda bazirganiya Îzmîrê.
- Dîmenek ji Qada Konaxê li lavçeya Konakê.
- Derveyî Pirtûkxaneya Celsus li Efesê, Îzmîr.
- Perestgeha Trajan li Pergamon, Îzmîr.
- Navenda Danûstandin ya Baxçeyê Şîn, li navçeya Karşıyaka, Îzmîr.
- Dîmenên ji avahiyên cêwî ya li navçeya Bayraklı, Îzmîr.
- Dîmenek ji Birca Mistral Ofisê.
Çavkanî
Girêdanên derve
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.