Serhildana Boxer
Raperîna li dijî emperyalîzmê ya ku li Çînê qewimîbû / From Wikipedia, the free encyclopedia
Serhildana Boxer (Çînî: 義和團起義, pinyin: Yìhétuán qǐyì), ew serhildanek li dijî bandora aborî û siyasî ya welatê rojava li ser Çînê, di sedsala 19an de bû. Armanc ew e ku hemû biyanî ji welat were derxistin[1]. Ew di meha mijdara 1899 de dest pê kir û di 7ê îlona 1901an de bi dawî bû. Di dema serhildan û tepisandina serhildanê de, bi hezaran serhildêr, biyanî û sîvîlan jîyana xwe ji dest dan.