Serdema bronzî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Serdema bronzî an jî Serdema tûncîn, navê demekê ye ku mirov ji amêjena bronzê amûr çêdikirin.[1]
Bronz bi asas awêteya pîl û sifirê ye, herwiha halîtayek/pêhatiyek e ku ji sedî 90 ji paxir û ji sedî 10 ji qilê pêk tê. Kereseyên wekî kevir û darîn jî ji bo amûran dihatin bikaranîn belam bronz hem ji bo birîn û qesifandinê ji din çêtir bûn û dirûvdan (şekildan) jî hêsantir bû.Serdema bronzê li her cih bi heman demê de nebûn. Çinkî hawîş ji hev dûr bûn û di navbera wan de têkilî hê çênebû bûn. Serdema bronzê li rojavaya Ewropayê di navbera salên 2000 û 800 a beriya zayînê de dom kir. Belam serdema bronzê li Mezopotamyayê di beriya zayînê sala 3300an de dest pê kiri bû.[2] Heya wê demê, mirovahî aletên xwe yên metalî ji metalên wek zêr, zîv û paxir/sifir çêdikirin û ew kanza bi awayê xwe yê xwezayî dihatin bikaranîn.
Serdema bronzê dewra navîn a Sîstema Periyodîk a sê beshî ye ku ji aliyê dîroknasê serdema kevnare Christian Jürgensen Thomsen ve hatiye amadekirin. Li gorî vê sîstemê dîroka zûkayî ya ewropî û medîteran‘ ji sê beshan pêk tê ku navên wan ‚serdema kevirî, serdema bronzî û serdema hesinî ye.
Navê „serdema bronzê“ di sala 1836ê de cara ewil di rojnameyeke muzeyan de ji aliyê dîroknasê danîmarkî Christian Jürgensen Thomsen ve hatiye bikaranîn.
Bastannas, wiha difikirin ku mirov di serdema bronzê de ji berê tertîptir bûn. Çunkî çêkirina amûrên kanza pir zor bû û hewcetî pê hin hunerwerî dibûn. Ev mirovên ku xwediyê van hunerweriyan bûn, ji mirovên din girîngtir bûn. Ev amûrên metal ên nû hate firotin an jî standin û bi vî awayî bazirganî di navbera mirovan de hate kirin.
Piştî çêkirina amûrên hesin, dawî li serdema bronzê hat û serdema hesinê dest pê kir. Sedema destpêkirina serdema hesinê ev bû ku dîtina pîl ji dîtina hesinê zortir bû. Sedema din jî amûrên sifir pir nerm bû û sûdmend nebûn.